Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi hinceta ku di dosyaya Denîz Poyraz de lêpirsînek bi bandor nîne û delîl nehatine berhevkirin daxwaza redkirina serlêdanê kir.

Navenda Nûçeyan-Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê êrişa Îzmîrê de ku Onur Gencer bi çekê Denîz Poyraz qetil kiribû, îtîraz li Dadgeha Bilind kiribû û xwestibû lêpirsîneke bibandor were kirin û delîl bên komkirin. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind xwest îtîraza hatiye kirin were redkirin. Dozgerî di mutalaaya ji Daîreya 1’em a Dadgeha Bilind re şandiye de xwest daxwazên parêzerên her du aliyên jî werin redkirin, û xwest biryara dadgeha asta yekem daye were erêkirin. 

  Di 17’ê hezîrana 2021’an de Onur Gencer bi çekê êrişî avahiyê Rêxistina HDP’a Îzmîrê kiribû û xebatkara partiyê Denîz Poyrazê qetil kiribû. Piştî bûyerê doz li Gencer hate vekirin û di 27’ê kanûna 2022’yan de 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê 9 sal cezayê hefsê li Gencer birî. 

Parêzerên malbata Poyrazê biryarê birin dadgeha îstînafê. 1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê di 19’ê cotmehê de serlêdanê red kiribû. 

Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç bi ser vê yekê îtîraz li Dadgeha Bilind kir.