Doza xelat dayîna JIN TV taloqî 22’ê Sibatê bû
Di danişîna doza rêveberên Odeya Avahîsazan ku xelat dabûn Jin TV û ji ber vê tên darizandin, dadgehê biryarên Dadgeha Bilind û AYM’ê li ber çavan negirt. Doz taloqê 22’sibatê bû.

Enqere – Li ser navê bîranîna avahîsaz Emre Madran, Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê xelata çapemeniyê ya sala 2021’ê di beşa Nûçegihaniya Telvîzyonê ya Navnetewî de dabû pêşkêşvana Jin TV Guler Yildiz. Bi hêceta xelatê derbarê endamên Rêveberiya Odeya Avahîsan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin.
Danişîna dozê îro li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin. Rêveberên odeyê û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn û gelek nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tevli danişînê bûn.
Ji parêzerên dozê Tûrgût Kozan li dijî mutalayê axivî û biryarên emsal ên Dadgeha Destûra Bingehîn pêşkêşî heyeta dadgehê kir û xwest li Heyeta Pispor bê guhdarîkirin. Turgut Kozan bertek nîşanî mutalaya dozger da û got: “Dozger bêyî biryarên Dadgeha Bilind bixwîne, mutalaya xwe dubare dike. Ev çawa dadgehek kolektîfî ye. Dozger biryarên Dadgeha Bilind tune dihesibîne. Biryara AYM’ê ya ji bo Akademîsyenên Aştiyê da, ji bo vê dozê jî emsal e. Xelata bo Jin TV tu tundiyê di xwe de nahebîne.”
Danişîn taloqî 22’ê Sibatê bû
Dozger daxwaza firehkirina vekolînê red kir û xwest dema zêde bê dayîn. Heyeta dadgehê daxwaza dema zêde ya bo parastinê qebûl kir û hemû daxwazên din red kir û danişîn taloqî 22’ê sibatê kir.