Doza rojnameger Sadiye Eser hate taloqkirin
Rojnameger Sadiye Eser jî di nav de danişîna doza ku der barê 33 kesan de hatiye vekirin, hate taloqkirin.
Stenbol – Danişîna 23’yemîn ya doza ku rojnameger Sadiye Eser jî di nav de der barê 33 kesan de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hatibû vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Parêzera Sadiye Eser Nermîn Selçûk jî beşdarî danişînêbû.
Parêzer Nermîn Selçûk xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.
Dadgehê biryar da ku biryara girtinê ya beriya niha der barê Beşîr Sonmez, Denîz Babîr, Cîhat Yagmahan, Vedat Çelîk, Leyla Yeşîlçinar û Vedat Aydin de hatibû dayîn bê rawestandin û danişîn taloqî 1’ê Hezîrana 2023’an kir.