Doza Rojnameger Reyhan Çapan hat betalkirin
Doza ku der barê Rojnameger Reyhan Çapan de bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" bi hinceta dema qedexeyê hat vekirin hat betalkirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/09/20230926-20230926-untitled-3-png551458-image-jpg52eac0-image.jpg)
Stenbol- Danişîna doza ku der barê Rojnameger Reyhan Çapan a ku nûçeyên di dema Midûrê Karên Nivîsê yên Ozgur Gundemê bû hatin weşandin de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye", "çapkirin û belavkirina beyanên rêxistinê" û "Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye" hat dîtin.
Danişîn li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê hat dîtin. Heyeta dadgehê di rûniştina dawî de daxwaza betalkirina dozê ya parêzeran nirxand. Dadgehê daxwaz qebûl kir û ji ber girtina dozê biryara betalkirina dozê da.