Doza Rojnameger Reyhan Çapan hat betalkirin

Doza ku der barê Rojnameger Reyhan Çapan de bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" bi hinceta dema qedexeyê hat vekirin hat betalkirin.

Stenbol- Danişîna doza ku der barê Rojnameger Reyhan Çapan a ku nûçeyên di dema Midûrê Karên Nivîsê yên Ozgur Gundemê bû hatin weşandin de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye", "çapkirin û belavkirina beyanên rêxistinê" û "Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye" hat dîtin.

Danişîn li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê hat dîtin. Heyeta dadgehê di rûniştina dawî de daxwaza betalkirina dozê ya parêzeran nirxand. Dadgehê daxwaz qebûl kir û ji ber girtina dozê biryara betalkirina dozê da.