Doza Mîraç Miroglu ku bi wesayîta zirxî hatîibû qetilkirin bi dawî dibe

Di doza Mîraç Miroglu ku “biqisûr” dibîne bi lêdana wesayîta zirxî hatî qetilkirin, xwest ku polîsê bercûs di asta herî jor de ceza bigre. Di danaşîna were de lê bendêne ku dozger mutalayê eşkere bike.

Navenda Nûçeyan- Polîsê bi navê Metîn Kîraz di 3’yê îlona 2021’an de li taxa Turgut Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê bi wesayîta zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû da û qetil kir. Ji ber qetilkirina Mîraç Mîroglû, derheqê polîs Kîraz de bi sedema “biqisûr kuştina mirovan” doz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê dûh li Dadgeha Cezayên Giştî ya Hezexê hate dîtin.

Parêzerên Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê, parêzerên malbata Mîroglû tevli danişînê bûn. Her wiha bersûc Metîn Kîraz tevli danişînê nebû.

Daxwaza keşifê

Di danaşînê de parêzerên Mîraç Zeynep Eker axivî û daxwaz kir ku li cihê bûyerê cardin keşif were kirin. Zeynep Eker rapora saziya tiba Edlî (ATK) îtîraz kir û wiha got:

“Di rapora ewil a ATK’ê de ji bo Mîraç wiha tê gotin; ‘ji ber li gorî tabelayên trafîkê tevnegeriya, qisûriya sereke ya wî ye.’ Di rapora duyemîn a ATK’ê de jî zarokekî 7 salî weke ajokar hatiye diyarkirin û bi hinceta ku li gorî tabelayan tevnegeriyaye wiha hatiye gotin; ‘qisûra sereke ya wî ye.’ Asta fêmkirina zarokekî 7 salî weke ya miroveke ajokar hatiye qebûlkirin û guh nedayîne van xisûsan. Her wiha di raporan de qala liv û tevgera Mîraç hatiye kirin lê qala yên bersûc nayê kirin. Ji vî alî ve jî kêmanî di raporan de hene. Di girteka cihê bûyerê de tê gotin ku dema bersûc tê xaçerêyê leza xwe kêm nake lewma jî ew bisiqûr e.”

Di asta herî jor de ceza hate xwestin

Endamê Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê parêzer Serkan Karakaş bal kişand li ser di raporê de di şêweyê bûyer çêbûyî de kêmanî hene û xwest ku polîs di asta herî jor de ceza bigre. Dozger jî got ku dosya gihiştiye qonaxekê û xwest ku ji bo di çarçoveya daxwazên parêzeran de mutalaayeke berfireh amade bike dem xwest.

 Danaşîn hate taloqkirin

Şandeya dadgehê bi hinceta ku raste rast ji sûcê heyî zirar nedîtine, daxwaza Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê ku dixwest tevli dozê bibin red kir. Her wiha ji bo bersûc parastina xwe bike û dozger mutalaaya xwe berfirehtir amade bike, dem da. Danişîna dozê taloqî 20’ê hezîranê hate kirin.