Doza kujerê Şilêr Resûlî hat dîtin
Yekemîn danişîna doza Şilêr Resûlî ya ku li bajarê Hewraman ê Rojhilatê Kurdistanê li dijî hewldana tecawizê ya cîranê xwe Goran Qadrî ku bi hinceta daxwaza alîkariyê hatibû mala wê, xwe ji balkona mala xwe avêtibû, hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Yekemîn danişîna doza Şilêr Resûlî ku ji bo xwe ji hewldana destdirêjiya hevkarê rejîma Îranê rizgar bike di destpêka meha Îlonê de xwe ji balkon avêt û jiyana xwe ji dest da, hat dîtin. Di danişîna ku li bajarê Sinê hat dîtin de endamê Muhafizên Şoreşa Îslamî Goran Qadrî bi sûcên ‘komkujî, tecawiz, rehîngirtin û bi amûra birîne gef xwarin” hat darizandin.
Li gorî Komîteya Mafên Mirovan a Kurdistanê, malbat û parêzerên malbata Şilêr Resûlî beşdarî danişînê bûn. Li gorî raporê, piştî ku dozger sûcdariyên têkildar xwend, parêzer û malbatên dozdarên din jî giliyên xwe anîn ziman û şahidan bi îfadeyên xwe bûyer piştrast kirin.