Doza Komkujiya Enqerê: ‘Sûcê li dijî mirovahiyê’ tune hat hesibandin

Di Doza Komkujiya Gara Enqereyê de dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Erman Ekîncî ji ber sûcê “binpêkirina pergala destûra bingehîn” were cezakirin û 10 bersûc jî bên berdan. Di mutalaayê de cih neda ‘sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin.’

Navenda Nûçeyan- Danişîna 24’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê ku ji hêla bersûcên firarî ve hatiye veqetandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Li gel rêveberên DEM Partî, EMEP, ESP, CHP, Şaxa ÎHD’a Enqereyê, nûnerên gelek saziyan jî tevli bûn. Bersûcên ji dozê girtî bi riya SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn. Danişînê, piştî tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir.

Dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkêş kir

Piştî xwendina raporên kesên pispor a têkildarî pênaseya “sûcên li dijî mirovahiyê”, dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozger, xwest ji bersûcan Erman Ekîncî ji ber sûcê “Binpêkirina pergala destûra bingehîn” were cezakirin û ji bo 10 bersûcên din jî ji ber sûcê “Kuştina bi qesd” ceza xwest û xwest bên beraetkirin. Di heman demê de dozger di mutalaaya xwe de ji bo Erman Ekîcî ji “Sûcê li dijî mirovahiyê” ceza nexwest.

Malbatan bertek nîşanî mutalaayan da

Piştî mutalaayê jî malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bertek nîşanî şandeya dadgehê dan û gotin: “Ev 8 sal in kezeba me dişewite. Ma ewqas bêwijdanî dibe? Hinek wijdan. Ma ji bo ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ divê êdî çi bibe? Bi sedan mirov mirin.”

Parêzer Erkan Univar: Ev 8 sal in hê belge nehatine komkirin

Parêzer Erkan Unîvar jî li dijî mutalaayê parastin kir û got: “Ev 8 sal in hêj delîl nehatine komkirin û ew ne di qonaxeke ku bikarin mutalaayê bidin de ne. Hê jî delîl li dosyayê tên zêdekirin û nabe di vê qonaxê de mutalaa were dayîn. Dozger bi îsrar mutalaaya berê esas digre. Bi îsrar dibêjin fermana teqînê Îbrahîm Bala daye lê me bi delîlan îsbat kir ku wisa nîn e. Lê hê jî delîlên me nehatine xwendin û esas nayên girtin. Nabe ku bi îdianameya ewil darizandin were kirin û hukm were dayîn. Nexwe hemû delîlên tên dosyayê tên redkirin. Me xwest delîl bên komkirin lê we daxwazên me red kir. Agahî û belge ji me tên veşartin. Emniyetê li ve komkujiyê temaşe kir. Agahiya îstîxbarî ya teqînê hebû lê mudaxele nehat kirin. Eşkere ye ku para dewletê û rayedarên cemaweriyê di komkujiyê de heye. Lewma divê agahî û belgeyên me bên qebûlkirin.”

‘Tevî agahiya îstixbaratê mudaxele nehat kirin’

Erkan Univar der barê darizandinê de ev tişt got: “Derket holê ku emniyetê li telefonên Yakup Şahîn guhdarî kiriye. Me biryarên tedbîra mudaxelekirina ragihandinê yên der heqê Yakup Şahîn de xwestin lê we red kir. Em nikaribûn qeydan bigrin û Emniyeta Dîlokê dibêje di sala 2022’yan de biryareke wiha tune ye. Lê dema mufetîş ev belge xwest, got hene. Ango emniyet bi eşkereyî derewan ji bo dadgeha we dike. Em dixwazin hûn der heqê wan de serlêdana sûc bikin. Heta rapora mutefîş jî emniyetê sansur kir û wisa da me. Çima wisa dikin? Ji ber ku tiliya wan jî tê de heye û dê derkeve holê. Di ser re 8 sal derbas bûn lê hê jî em navê kesên ji hêla teknîkî ve hatine şopandin nizanin. Dozgerî û emniyetê bi eşkereyî delîl veşartin. Lewma darizandin bi bersûc û delîlên rast nayê kirin. Tevî van rastiyan jî hûn nikarin bibêjin ‘em 14-15 DAIŞ’iyan bidarizînin û dosyayê bigrin.”

‘Hûn ê çawa bikevin dîrokê?’

Parêzerên dozê gotin ku dê îro der heqê dozê de tiştekî nebêjin û wiha gotin: “Heke hûn îro biryara beraetê bidin, hûn nikarin ji ber sûcê ‘binpêkirina pergala qanûnî’ jî hesab bidin. Yan hûn ê weke şandeya ‘ji sûcê li dijî mirovahiyê’ biryara beraetê daye, yan jî ya ceza daye cihê xwe di dîrokê de bigrin.”

Piştî navberê, danişîn didome.