Doza endamên TJA’yê hat redkirin

Di doza aktîvîstên TJA’yê Fîgen Ektî û Mekiye Ormanci yên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin û 11 mehan girtî mabûn de biryara redkirina dozê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî û Mekiya Ormanci di 2’yê Kanûna 2022’an di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn binçavkirin û girtin. Di doza aktîvîstan de dadgehê biryara redkirina dozê da.

Aktîvîstên TJA’yê li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dihatin girtin û tevî 7 jinên li gel wan dihatin darizandin, di danişîna ewil a di 10’ê Mijdara 2023’yan de hatibûn tehliyekirin. Parêzerên Fîgen Ektî û Mekiye Ormanci di pêvajoya binçavkirin û lêpirsînê de daxwaza redkirina dozê kiribûn lê ev daxwaz nehat redkirin. Ji ber vê yekê 11 mehan girtî man. 6 meh piştî tehliyekirina aktîvîstan jî biryara redkirina dozê hat dayîn.

Hinceta biryarê

Di hinceta biryara redkirina dozê de hat gotin ku delîlên heyî rê li ber sûcên “Avakirina rêxistinê” û “Rêvebirina rêxistinê” venakin û îdia kir ku delîlên “Endamtiya rêxistinê” ne. Dozger, got ku der heqê Fîgen Ektî de dozeke din a bi heman rengî heye û kiryarên beriya 2018’an nabin mijara dozeke nû û xwest doz were redkirin. Dadgehê jî biryara redkirina dozê da.

Ji bo Mekiye Ormanci jî bi heman sedeman biryara redkirina dozê hat dayîn.