Doza derbarê H.K.G ya 6 salî hat zewicandin hate taloqkirin

Doza derbarê avakerê weqfa Hîranur Yusuf Ziya Gumuşel ku keça xwe ya 6 salî ya bi navê H.K.G zewicandiye û bi salan rastî destdirêjiyê hatiye ji nûve were dîtin, danaşîna duyem hate taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Doza derbarê avakerê weqfa Hiranûr ya girêdayî Cemaata Îsmailaga Yusuf Ziya Gumuşel ku keça xwe H.K.G di 6 salî de zewicandî û bi salan rastî destdirêjiyê hatiye ji nûve were dîtin berdewam dike.

Danişîn hate taloqkirin

Doza ku danişîna wê ya yekem parêzerên bersûc bi hinek hincetan beşdarî danişînê nebû danişîna wê ya duyemm li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbol ê hate dîtin. Di doza ku biryara veşartîbûnê tê de  bi hinceta zêdekirina ceza re derbarê biryara hatî xirakirin de mutaala hate dayîn. Danişîn taloqî 16’ê Tirmeh saet 10:00’an hate kirin. Li bendê ne di danişîna 3’yemîn de biryar derbikeve.

Bi hinceta cezayê kêm xira bû

Di biryara doza ‘bi wesfî êrişa li dijî zarok’  Dadgeha Edliyeya Herêma Stenbolê di encama lêkolîna îstinaf de bi hinceta cezayê kêm ya bersûcan xira bû. Dadgehê di dîroka 23’ê Cotmeha 2023’an de  biryar da ku bersûc Kadîr Îsteklî 30 sal, Yusuf Ziya Gumuşer 20 sal û Fatima Gumuşel jî 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê bigrin. 

Biryar birin îstinafê, 20’emîn daireya Ceza ya dadgeha Edliyeya  herêma Stenbolê ku doz lêkolîn kir ji bo bersûc Kadîr Îsteklî di navbera salên 2004-2013’a de ‘Bi wesfî êrişa zayendî li dijî zarok’ ji bo sala 2020’an ji sûcê ‘li dijî hevjîn bi wesfî êrişa zayendî’ diviya bû ji du sûcên cûda ceza bê dayîn, hate diyarkirin ku ji sûcekê hate cezakirin. Derbarê cezayê girtî li Dayîka H.K.G Fatîma Gumuşel û bavê Yusuf Ziya Gumuşel, ji ber dayîk û bavin divê li gora zagonê zêde be, biryar hat dayîn di aliyê usul û esas de were xirakirin.