Doza der barê Aysel Tugluk de hat vekirin hat redkirin

Di doza nû ya der barê siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a nexweşa demansê de, hatibû vekirin ji ber dubarebûnê biryara redkirina dozê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan - Danişîna doza siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a ku ji ber nexweşiya wê ya demansê 10 sal cezayê girtîgehê ku ji dosyaya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) hatibû dayîn, hat taloqkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” tê darizandin hat dîtin.

Parêzerê Aysel Tugluk Serdar Çelebî beşdarî danişînê bû. Parêzer Serdar Çelebî ku di danişînê de parastin kir diyar kir cezayê muwekîla wî Aysel Tugluk ji ber nexweşiya demansê hatiye taloqkirin û xwest ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên muwekîla wî biryara negirtina îfade bê dayîn. Serdar Çelebî wiha got: “Muwekîla min ji ber nexweşiya xwe cezayê wê hat taloqkirin û hat berdan. Em daxwaz dikin ku ji ber nexweşiyê darizandina muwekîla min bê rawestandin.”

Dozgeriyê daxwazan redk ir û daxwaza berdewamkirina dozê kir

Doz hat redkirin

Heyeta dadgehê, ji ber doza ku Aysel Tugluk ji dosyaya DTK’ê hat darizandin û 10 sal cezayê girtîgehê girt û dosyaya ku şahidê vekirî Turgut Taşkiran îdia kiribû Aysel Tugluk di sala 2014'an de di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê de alîkariya wî kiriye, heman sûcdariyan dihewîne, biryara redkirina dozê da.