Doza bêmafî li Başak Demirtaş kirî sibê dê bê dîtin

Vedat Mutî yê li ser medyaya civakî gotinên zayendperest û bêmafî di derbarê Hevserokê Giştiyê Berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş û hevjîna wî Başak Demîrtaş de belav kiribû sibê derdikeve pêş dozgeriyê.

 
Navenda Nûçeyan - Doza ku li Vedat Mutî yê li ser medyaya civakî gotinên zayendperest û bêmafiya li ser Selahattin Demirtaş û hevjîna wî Başak Demîrtaş belav kiribû hatibûvekirin dê sibê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Beykozê bê dîtin.
Îdianameya ku der barê Vedat Mutî de ji ber sûcên ‘bi aşkereyî tehrîka sûc’ û ‘tehdîdê’ hatiye amadekirin de ji 9 mehan heta 7 sal û 4 mehan ceza jê re tê xwestin. Di dozê de Selahattîn Demîrtaş û Başak Demîrtaş jî gilî kirin. Der barê Vedat Mutî de bi sûcdariya 'bi aşkerayî tehrîka ji bo sûc' îdianame hat amadekirin û ji 9 mehan heta 7 sal û 4 mehan ceza hat xwestin. Di dozê de Selahattîn Demîrtaş û Başak Demîrtaş wekî muştekî cih girtin. Di îdianameya sê rûpelî de, agahî hat dayîn ku Midûriyeta Ewlehiyê ya Sakaryayê, di lêkolîna çavkaniya ji bo xebat û çalakiyên PKK û KCK'ê deşîfre bike de, piştî ku bikarhênerek twîtterê bi navê 'serlêdana sûc' parvekirinek kiriye Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê lêpirsîn vekiriye.
Di encama lêpirsînê de tesbît bû ku ev hesabê kesê li dijî Başak Demîrtaş parvekirina zayendperest kiriye û gef lê xwariye Vedat Mutî ye.
der barê Vedat Mutî de ji sûsên "bi aşkerayî kirina sûc û tehrîka sûc" û "li dijî kesek heqareta li rûmet, şeref û rêzdariyê" ji 9 meh heta 7 sal û 4 mehan ceza tê xwestin.