Doza Şebnem Korur Fincanci hat paşvexistin

Ji ber daxuyaniyên Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tebîbên Tirk Şebnem Korur Fîncanci ên der barê îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê leşkerên tirk ve, Wezareta Parastina Milî doza tezmînatê lê vekiribû.

Navenda Nûçeyan- Ji aliyê Wezareta Parastina Milî ve ji ber daxuyaniyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî de der barê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tebîbên Tirk Dr. Şebnem Korur Fincanci de doza tezmînata nanewî hatibû vekirin. Danişîna yekem a dozê li Dadgeha Asliyeyê ya Hiqûqê ya 2’yemîn hat dîtin.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) , Komeleya Mafên Mirovan, rêveberên sendîka û saziyên mafên mirovan û gelek parlamenter tevli danişînê bûn.

Di danişînê de destpêkê parêzer Merîç Eyuboglu, axivî û got ku di daxwaznameya dozdar de nehatiye diyarkirin ku muewkîla wê bi kîjan hevokan bêhurmetî kiriye. Merîç Ayuboglu bi bîr xist ku ji ber heman daxuyaniyan cezayê girtîgehê li Şebnem Korur Fîncanci hatiye birîn û got: “Di vê dosyaya ceza de aliyê ku doz vekiriye bi îdiaya ku rasterast zirarê dîtiye bila tevli dozê bibe lê dadgehê bi hinceta ku dozdar zirarê nedîtiye daxawaza wê red kir. Her wiha ji ber redkirina vê daxwazê jî tu îtiraz nehat kirin. Li aliyê din dozdar di daxwaznameya xwe de gotiye ku ji ber sûcê biçûkxistina sazî û dezgehên dewletê lêpirsîn hatiye vekirin lê di îdianameya der barê muwekîla min de sûcdariyek wiha û encamek madî tune ye.”

‘Delîlek şênber tune ye’

Meriç Eyuboglu, bal kişand ku di daxwaznameya ku ji aliyê Wezareta Milî ya Tirk ve hatiye amadekirin de, li ser şênberbûna îdiayan tu delîl tune ye û wiha got: “Hatiye îdiakirin ku muwekîla min di axaftina 20’ê Cotmehê de heqaret kiriye lê nehatiye diyarkirin ku ev axaftin li ku hatiye kirin û têkildarî axaftinê tu tişt nehatiye pêşkêşkirin. Heta ku dadgeh naveroka vê axaftinê nebîne, ne mumkun e ku bizanibe ka mercên tezmînata manewî hene yan na.”

Parêzer Hulya Yildirim jî di axaftina xwe de daxwaza redkirina dozê kir.

Doz hat paşvexistin

Piştî beyanan, heyeta dadgehê bi hinceta ku mercên dozê çêbûne daxwazên redkirina dozê red kir. Heyeta Dadgehê biryar da ku bi temambûna pêşlêkolînê danişîna dozê, 11’ê Çileya 2024’an di saet 09.30’an de were dîtin.

Çi bûbû?

Şebnem Korur Fincanci, di 19’ê Cotmeha 2022’yan de di kanala tv. Medya Haber de gotibû ku wê vîdyoyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî di operasyonan de ji aliyê leşkerên tirk ve temaşe kiriye û weke pispora tiba edlî gihîştiye wê encamê ku ew dîmen bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser pergala sinêrê bandorê dikin nîşan didin. Şebnem Korur Fîncanci diyar kiribû ku divê ev îdia ji aliyê heyeteke serbixwe ve werin lêkolînkirin û wiha domandibû: “Diyar e ku yek ji gazên kîmyewî yên bi jehrî-toksîk ku bandorê li ser pergala sinêrê dikin hatine bikaranîn. Her çiqas bikaranîna wan qedexe be jî em dibînin ku di pevçûnan de tên bikaranîn.” Piştî daxuyaniyê Şebnem Korur Fîncanci hat binçavkirin. Roja 27’ê Cotmehê derxistibûn dadgehê û bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin. Di dozê de der barê Şebnem Korur Fîncanci de 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hatibû dayîn. 2 meh û 15 roj paşê biryara tehliyeyê hatibû dayîn. Ji aliyê Wezareta Parastina Milî ve di 26’ê Cotmeha 2022’yan de daxwazname pêşkêşî Dadgeha Hiqûqa Asliyeyê ya Enqereyê hatibû kirin û hatibû xwestin ku daxuyaniyên ku bûne hinceta cezayê girtîgehê, bi îdiaya ku “zirarê daye rêzdariya saziyê” 100 hezar TL tezmînata manewî hatibû xwestin.