Dosyayên sûcên dewleta Tirk pêşkêşî saziyên navneteweyî kirin
Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Umer, da zanîn ku wan dosyayên der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê de pêşkêşî saziyên navneteweyî kirine.
Navenda Nûçeyan - Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Umer, da zanîn ku wan dosyayên der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, hedefgirtina sivîlan û sûcên wan ên din pêşkêşî saziyên navneteweyî kirine.
Ebdulkerîm Umer têkildarî mijarê agahî da ANHA’yê diyar kir ku wan belge û agahiyên der barê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, komkujiyên wan ên li dijî sivîlan, hedefgirtina binesazî û saziyên xizmetguzariyê de kom kirine û hemû belge weke dosya amade kirine, pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê, saziyên din ên Yekitiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî (NY), wezaretên karên derve yên welatên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan kirine. Ebdulkerîm Umer anî ziman ku ew bi taybetî êrişên dagirkeran ên li ser Bendava Tişrînê û qetilkirina sivîlan rojane weke dosya pêşkêşî van saziyan hemûyan dikin.
Ebdulkerîm Umer anî ziman ku saziyên pêwendîdar dosyayan digrin lê heta niha helwestek cîdî derneketiye holê û bêdengiyek heye. Ev bêdengî dibe sedem ku zêdetir sûc werin kirin.