Dorpêça li bakurê Xezayê bi trajediya mirovî didome

Ofîsa ragihandinê ya li Zîvala Xezayê bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinan kir ku dergehek bi ewle ji bo rizgarkirina sîstema tenduristiyê li bakurê Xezayê vekin û xizmetên tenduristiyê li çar nexweşxaneyên di bin dorpêçê de misoger bikin.

Navenda Nûçeyan-Artêşa Îsraîlê 12 roj in êrişên bejahî û dorpêça li ser bakurê Zîvala Xezayê didomîne û hewl dide Zîvala Xezayê ji niştecihên wê yên resen vala bike. Di heman demê de

Hêzên Parastina Sivîl a Zîvala Xezayê îro bi daxuyaniyek ragihand ku di encama êrîşeke hewayî ya li ser maleke li taxa El- Nasir li bakurê Zîvala Xezayê de, 5 sivîl hatin kuştin bi dehan kes jî birîndar û winda bûn. Li gorî agahiyan li maleke li devera Tal El- Zaatar a li kampa Jabaliayê, gelek sivîl birîndar bûne.

Gel di nava felaketek nedîtî de ye

Ofîsa ragihandinê ya hûkumetê di daxuyaniyek de got ku divê civaka navneteweyî bikeve tevgerê û ji bo parastina pergala tenduristiyê li bakurê Zîvala Xezayê tiştek bike. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber dorpêça 12 rojan ji hela hêzên Îsraîlê ve gel di nava felaketê de dijî û karesateke nedîtî heye.”

Ofîsa ragihandinê bal kişand ku hêzên Îsraîlê 12 roj in li dijî sivîlan li bakurê Xezayê êrîşên xwe yên wêrankirin û birçîkirinê berdewam dikin, êrîşên hewayî tundtir kirin, malan dane ber agir, wêran kirine û rê li hatina xwarin û dermanan girtine.