‘Dorpêç li dijî peymana li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gef e’
Niştecihên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku rojên borî rastî êrîş û dorpêçkirina HTŞ’ê hatibûn, destnîşan kirin ku zivistan nêz bûye, pirsgirêka mazotê li pêşiya wan e û xwestin ku careke din koçberî çênebe.

SÊRÎN MIHEMED
Heleb – Di nav aloziyên ewlehî û mirovî yên ku li Helebê zêde bûne de, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji du hefteyan zêdetir e ku di bin dorpêça komên cîhadîst ên HTŞ’ê de ye. Ev dorpêçkirin bûye sedema felcbûna bi tevahî ya tevgera mirov û kelûpelan. Krîzeke giran a kelûpelên bingehîn ên wek mazotê çêkiriye. Mazot, di demeke ku zivistan nêz dibe de sotemeniyeke girîng e. Li dijî rêgiriyê niştecihên her du taxan xwepêşandanên girseyî li dar xistin û daxwaza rakirina dorpêçê kirin. Lê rastî bersiveke tund hatin ku bû sedema birîndarî û mirinan û hêrs û nerazîbûna raya giştî zêdetir gur kir.
Di 7'ê Cotmehê de rêkeftinek hat kirin ku hemû operasyonên leşkerî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê werin rawestandin, her du alî jî soz dan ku rêkeftinê binpê nekin. Lê dorpêçkirin bi awayekî cuda destpê kiriye, bendên kontrolê yên ewlehiyê yên nû ji hêla cîhadîstan ve li dora Şêx Meqsûd hatine danîn û tevgerên gel asteng dikin. Ev jî fikarên derbarê hilweşîna peymanê de derdixe holê.
Di vê çarçoveyê de, ajansa me ji bo nîqaşkirina pêşketinên dawî û bandora dorpêçê ya li ser jiyana rojane, nêrînên jinên her du taxan girt.
'Rêveberiya demkî peyman binpê kir'
Mona Ehmed ji nişteciha taxa Şêx Meqsûd e, behsa dîrokeke dirêj a êş û azaran kir: "Em demek dirêj e li vê taxê dijîn. Di bin rejîma Baasê de rastî bombebaran, êrîşên hewayî û dorpêçkirinê hatin û niha em bi destên cîhadîstên HTŞ'ê yên girêdayî rêveberiya demkî, rastî wan tên. Tiştê ku diqewime dirêjkirina komployeke navneteweyî ye ku gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan hedef digre, lê nekarîbûye îradeya vî gelê berxwedêr bişkîne. Tevî lihevkirinek di navbera encumena herdu taxan û rêveberiya demkî de. Rêveberiya demkî peyman binpê kir. Dorpêç û satirên axê danî, ev yek gefê li gurkirina pevçûnan a di navbera pêkhateyan de dixwe. Em daxwaza rawestandina binpêkirinan û rêzgirtina li azadiya hemû pêkhateyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin."
Dîmenên êşê carek din vegeriyan
Nûr Ehmed ku zêdetirî 50 sal in li taxa Şêx Meqsûd dijî, piştî hilweşîna rêjîma Baasê dilşikestina xwe anî ziman. Nûr Ehmed hêviya jiyanek bi ewle dikir, lê dorpêça heyî û binpêkirinên peymanê, tirsê di dilê niştecihan de vejandiye. Nûr behsa teqîna li parka Tariq Bin Ziyad a li taxa Eşrefiyê kir û got: "Min hest kir ku 15 salan paşve çûne. Careke din tirsê em girtine."
Hêviya dawîkirina dorpêçê û peyman neyê binpêkirin
Nişteciha bi navê Hîba Muhemed bal kişand ser kêmbûna sotemeniyê ya li herdu taxan û wiha got: “Rewş bi saya rêveberiya Xweser aram bû, lê dorpêçkirinê tevgera welatiyan û kelûpelan asteng kiribû. Hêvîdar im ku di demek nêz de çareseriyek bi rêveberiya demkî re were dîtin, da ku niştecih neçar nebin, koçberiyê bipejirînin. Em dixwazin li welatê xwe bimînin."
'Dorpêç pêdiviyên girîng li taxê kêm dike'
Mona El-Hecar êrîş û binpêkirinên ku ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê ve hatine kirin jî şermezar kir û bang li niştecihan kir: “Li hember dorpêçê bibin yek. Divê rêveberiya demkî şertên peymanê bin pê neke. Hêzên Ewlekariya Hundirîn şertên peymanê pêk tînin û tu binpêkirin nekirine. Dorpêçkirin bûye sedema kêmbûna giran a dabînkirina xwarinê û pêşîgirtina li ketina sotemeniyê. Em ber bi zivistanê ve diçin û hewcedarî bi sotemenî gelek girîng e.”