Dîzayinera Yemenî Întisar El-Hmadî ji aliyê El-husiyan ve hat revandin

Dîzaynera Yemenî Întisar El-Hmadî ji ber dewlemendkirina şêwaz û modelên cil û bergan ji aliyê El-husiyan ve hat revandin.

Navenda Nûçeyan – Dîzaynera Yemenî Întisar El-Hmadî ji ber pêşxistina modelên cil û bergan 11’ê Nîsanê ji aliyê El – Husî yan ve hat re vandin û li bajarê El-Senia yê Yemenê tê girtin. Dihat payîn ku 18’ê nîsanê derxin dozgeriyê, lê El-Husî derxistina wê ya dozgeriyê napejirîne. Hat hînbûn ku Întisar dê li hember helwesta El-Husiyan a wê dernaxin dozgeriyê têkeve greva birçîbûnê.