"Dixwazin Kurdan di qirkirinê re derbas bikin"

Jinên ji Kobanê der barê êrîşên dewleta tirk li ser gundê Qumçî yê Başûrê Kobanê nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Dewleta tirk tenê armanca wê ew e ku gelê herêmê di nava komkujî û qirkirinê re derbas bike."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Di 30'ê Tîrmehê de dewleta tirk bi keşfê du maşîneyên sivîlan êm li ser riya gundê Qumçî ku li Başûrê Kobanê dikeve hedef girtin, di encamê de zirarên madî çêbûn. Gundê Qumçî 25 km. dûrî Kobanê ye. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk bi keşfê sivîlan li hermên Bakur Rojhilatê Sûriye-Rojava dike hedefa xwe. Beriya wê li gundê El-Pelurê, gundê Memîtê, Helincê komkujî pêk anîn û di encamê de endamên Rêveberiya Kongreya Star hatin hedefgirtin. Ji bilî wê hewl dan çend caran li gundê Rojhilatê Kobanê bixin. Her wiha dewleta tirk li rex van gefan jî bênavber gundewarên Girê Spî, navçeya Eyn Îsayê, gundewarên Minbic û Şehbayê jî topbaran dike. Di encama van êrîşan de dîsa sivîl dibin qurbaniyên van şeran û bêyî ku tu kes hesab ji dewleta tirk bixwaze ev yek pêk tên. Bi heman şêwaza ku li bajarê Konyayê malbata ji 7 kesan pêk dihatin ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin û şewitandin.
Têkildarî mijarê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê (TEV-DEM) Cîhan Derwîş û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a herêma Firatê Sara Qewas Mislim der barê êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriye-Rojava de ji ajansa me re nirxandin kir.
"Dewleta tirk sivîlan hedef digre "
Cîhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bûyera ku li gundê Qumçî çêbûye û wiha got: "Ev êrîşên ku dewleta tirk li ser gelê herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava dike em bi awayekî tund şermezar dikin. Erdogan bêyî ku tu kes hesab ji wî bixwaze hema hemû rêbazan bi kar tîne. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk bi balafirên keşfê yên bê mirov êrîşî herêmên me dike, beriya vê êrîşî gundê El-Pelurê cihê ku Rêber Apo li mabû, di heman demê de li gundê Memîtê ku li Başurê Kobanê dikeve û li gundê Helincê ku her kesê dît çawa komkujiyek pêk anî û di encamê de sê jinên pêşeng hedef hatin girtin û jiyana xwe ji dest dan. Bûyerên ku dewleta tirk li ser van herêman bi kar tîne ne li gorî exlaq û zagonên heyî ne, gelê sivîl e û di malên xwe de bi awayekî ewle jiyana xwe didomîne lê em bala xwe bidin her çend rojan carekê wê dewleta tirk gundekî ji gundên Kobanê bike hedefa xwe. Em wek gelê Kobanê van bûyeran wek hevkariya dewleta tirk û Rûsyayê dibînin, ji ber ku tu daxuyanî ji aliyê wan ve nehat dayîn."
 "Hişmendiya Erdogan hişmendiyeke nijadperestî ye"
Cîhan di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: "Armanca dewleta tirk bi van bûyeran û gefan ew e ku ewlehiya herêmê ji holê bide rakirin û gel bide koçberkirin. Dewleta tirk bênavber êrîşî navçeya Eyn Îsayê, Şehba û Minbicê dike, li rex vê yekê jî bi keşfê êrîşî gundên Kobanê dike. Ev bû cara çaran ji bilî wê 5 caran hewl da ku sivîlan bide lê hewldanên wî vala derketin. Divê em wek gelê herêmê bi baldarî hişyar bin û di wê zanebûnê de bin ku dewleta tirk tevliheviyan di nava herêmê de dide çêkirin û hewl dide şerê derûnî di nava gel de bide meşandin. Dewleta tirk tenê armanca wê ew e ku gelê herêmê di nava komkujî û qirkirinê re derbas bike. Gel divê hişyar be li hemberî kiryarên dewleta tirk û hevkarên wî yên wekî Rûsya û dewletên navneteweyî ku li ser xwîna gelê Kurd projeyên xwe ava dikin. Divê em dawî li siyaseta dewleta tirk a faşîst bînin. Di heman demê de me dît ku li bajarê Konyayê ji aliyê dewleta tirk ve 7 kes ji malbatekê hatin kuştin û şewitandin. Dewleta tirk bi hişmendiya xwe ya nijadperest gelê Kurd qetil dike. Gelo ev di kîjan zagonan de heye ji bilî dewleta tirk li li gel tu kesî tune ye."
"Bes e ji faşîzma dewleta tirk re"
Sara jî di nava axaftinên xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze ewlehiya herêmê tevlihev bike û wiha pê de çû: "Em wek gelê Rojhilata Navîn her tim ji roja ku bûne û vir ve, em dibin hedefa desthilatdaran. Li ber çavên hemû dewletan em tên kuştin, qetilkirin, revandin, di komkujiyan de derbas dibin. Lê heya roja îro jî tu kesî ji dewleta tirk qirêj a tirk re negot tu çima van gelan dikujî yan jî di qirkirinê re derbas dikî. Ji bilî vê dema ku kes bibêje ez Kurd im tenê peyva Kurd tê gotin ew kes ji milê dewletên desthiladar ve tên kuştin, wekî ku me bi dîmen jî dît çawa bi wehşiyetekê ew malbata li Konyayê ji aliyê faşîstên dewleta tirk ve hatin kuştin û şewitandin. Îro ew mal sibê dibe ku maleke din be, ji ber ku dewleta tirk tu rêbazên mirovahiyê nehiştiye ku bi kar neyne. Dewleta tirk mirov dikare wiha bi nav bike ku dewleteke nijadperest e û li dijî mirovahiyê ye. Di hemû zagonan de heye, nabe ku tu dewlet êrîş an jî gefan li cîranên xwe bixwe ji bilî dewleta tirk. Em sivîl in em ne leşker in ku dewleta tirk êrîşî me bike êdî bes e ji dewleta tirk re bila bihêle em bijîn.