‘Dixwazim fîlmên Kurdî bi cîhanê bidim nasîn’

Lîza Rizgar ji bo ku bikaribe fîlmên Kurdî wergerî zimanên cîhanî bike û çanda Kurdî bi cîhanê bide nasîn ji zeravayê Soranî ya Kurdî fîlman werdigerîne. Lîza Rizgar destnîşan kir ku ew dixwaze fîlmên Kurdî bi cîhanê bide nasîn.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Lîza Rizgar yek ji wan jinên ciwan e, li kêleka xwendina xwe dest bi karê wergevaniya fîlman kiriye. Lîza Rizgar a gelek fîlmên bi zimanên cuda û peyamên wan ên bi sûd hene bi xwe wergerî zimanê Soranî kiriye, dibêje ku ew dixwaze fîlmên Kurdî bi cîhanê bide nasîn û bang li jinan dike ku di hemû kar û xebatên xwe de ji xwe bawer bin.

‘Hêz û bawerî mirovan digihîjîne serkeftinê’

Lîza Rizgar ya xwendekara koleja yasayê li zanîngeha Geşepêdana Miroyî ye, ev çar sal in karê wergerandina fîlman dike û niha jî serpereştiyara malpera wergerandina fîlman e. Lîza Rizgar wiha behsa destpêkirina wergerandina fîlman kir: “Dema ku min dibistana amedeyî temam kir di werza havînê de hem li ser wergerê dixebitîm hem jî li aliyê din ji bo ezmûnên zanîngehê min amadekarî dikir. Min ji fîlman hez dikir û ji ber wê jî min dest bi wergerandina fîlman bi zaravayê Soranî kir. Destpêkê ji bo min gelek zehmet bû, ji ber ku ez nû diçûm zanîngehê û her wiha ev kar jî ji bo min ezmûnek nû bû. Dema ku min nû dest pê kir tenê bi du zimanan dizanibûm. Ew jî Erebî û Îngilîzî bûn lê belê di dema xebatê de ez dikaribûm  bi zimanê Farisî, Kurmancî û Tirkî jî wergerînim. Min van zehmetiyan derbas kir û gihîştim vê astê.”

Lîza Rizgar anî ziman ku divê bi taybetî jin di kar û xebatên xwe de ji xwe bawer bin û wiha domand: “Hebûna bawerî û hêzê, kesan digihîjîne armancê. Weke çawa ez bi hewl û westandina xwe gihîştim vê astê. Di destpêkê de weke her wergervanek asayî min dest pê kir û min fîlmek di demek dirêj de werger dikir lê belê niha ez gihîştime wê astê tenê di nava rojekê de yan di nava çend saetekê de fîlmekê werger dikim.”

‘Divê peyam rasterast bigihîje bîneran’

Lîza Rizgar diyar kir ku fîlmê Kobanê ku behsa şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana şarvanên jin dike ji zaravayê Kurmancî wergerî zaravayê Soranî kiriye û wiha domand: “Zanîna ziman ji bo kesên ku karê wergerê dikin girîng e. Dema ku kesek werger dike çiqas pêwîst e ku zimanê Îngilîzî bizane, ewqas girîng e şarazayê zimanê Kurdî û şêwazên cuda be da ku bikaribe peyama fîlm rasterast bigihîjîne bîneran. Girîng e ku wergerek şêwazên din ên zimanê Kurdî bizane û werger bike, da ku herêmên din ji dîrok û bûyerên ku Kurdan jiyane agahdar bin. Bi riya fîlman çand û peyaman bigihîjînin navçeyên cuda da ku bizanibin her parçeyek çi taybetmendiyên xwe hene.”

‘Bi wergerê dixwazim fîlmên Kurdî bidim nasîn’

Lîza Rizgar di dawiyê de wiha behsa girîngiya hilbijartina cureyên fîlman kir û got: “Divê wergêr bizanibe çi fîlm hilbijêre. Divê ku fîlmek wisa be ku sûdê bide civakê, nebe sedema têkdana derûniya ciwan û bîneran. Armanca min ew e ku fîlmên Kurdî wergerê zimanên din bikin û bi cîhanê bidim nasîn.”