‘Dixwazim bi hunera xwe bibim şopdara şehîd Cîhan û Nazim’
Emîna Şêx Bekir ku keçek ciwan e, bi pênûs û hastên xwe Şehîd Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan xêz kir û got ku “Dixwazim bi hunera xwe bibim şopdara Şehîd Cîhan û Nazim.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di gel êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêma Bakur û Rohilatê Sûriyê jî, seferberiya ku hat ragihandin, şewqa xwe dide hemû qadên jiyanê. Ji milekî ve gelên herêmê ji bo parastina şoreşa xwe taxên xwe diparêze, ji milekî ve ji bo av, ax û enerjiya xwe nobeta li Bendava Tişrînê didomîne, ji milê din ve jî xebatên çand û hunerê jî di nav de berxwedana gelên herêmê bi şêweyên cûda didome. Emîna Şêx Bekir a 16 salî ji wan jinên ciwan e ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk du caran neçar maye bi tevî malbata xwe koçber bibe. Emîna bi wêneyên ku xêz dike, rastiya şer û berxwedaniya gelan a li hemberî êrîşan nîşan dide.
Emîna di 6 saliya xwe de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê neçarî koçberiyê bû, paşî li gundewarê Serêkaniyê jiyana xwe domand. Di sala 2019’an de carek din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encam de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Emîna tevî malbata xwe carek din ket rêka koçberiyê û li bajarê Hesekê jiyana xwe domand.
Wêneyên pêşengan çêdike
Ji ber ku Emîna ji xebatên rojnemegeriyê hez dike û di bin bandora têkoşîn û berxwedana jinên rojnemevan de maye, bêtir wêneyên ku xêz dike li ser şehîdên qada rojnemegeriyê ne. Emîna heya niha 4 wêne xêz kirine. Wêneyê despêkê, yê şehîd Ehmed Nasir ku cihê xwe di ragihandina erka xwe ya parastinê de digirt, gihîşt asta şehadetê ye. Ehmed Nasir êrîşên şaneyên razayî yên li ser zîndana Giwêran a ku çeteyên DAIŞ’ê tê de bûn û berxwedana QSD’ê ya ji bo şikandina armancên çeteyan dişopand. Wêneyên din li ser fermandarê giştî yê Hêza Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî, jinên pêşeng, gerîla û herî dawî jî wêneyê şehîd Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan xêz kir.
‘Di vê demê de berxwedan û piştgirî temen nasnake’
Emîna têkildarî wênesaziyê û destgirtina xebatên rojnemegeriya di wêneyên xwe de, bi riya ajansa me nirxand. Emîna da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker du caran ketine ser rêya koçberiyê û wiha pê de çû: “Ji zaroktiya xwe de min ji xebatên rojnemgeriyê hez dikir. Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, em neçarî koçberiyê bûn. Wê demê 6 salî bûm. Me gelek zor û zehmetî dîtin, ji bilî êşa koçberiyê. Piştî ku em ji Kobanê koçber bûn, me li gundewarê Serêkaniyê jiyana xwe domand. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2019’an de carek din êrîş kir û me neçarî rêya koçberiyê kir. Em li Hesekê bicîh bûn. Niha jî dixwazin carek din êrîşî keleha berxwedanê bikin Kobanê û gel qir bikin. Bi rastî vê êrîşê û êşa koçberiyê bandor li min kir û wek keçek ciwan min jî xwest rola xwe di aşkerakirina rastiya hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê de nîşan bidim. Lewma min dest bi xêzkirina wêneyên şehîdên rojnemegeriya azad kir. Yekem wêneyê ku min xêz kir, yê Şehîd Ehmed Nasir bû. Dem dema berxwedanê ye, berxwedan di vê qonaxa hebûn û nebûnê de temen nas nake, di kîjan eniyê de be jî gerek em bi erkên xwe rabin. ”
‘Rastiya şer û berxwedana dîrokî bi wêneyên xwe vedibêjim’
Emîna balkişand ser hezkirin û dilsoziya xwe ya ji bo xebatên rojnemegeriyê ku bi riya wêneyên xwe nîşan dide û wiha got: “Em di nav şerekî qirêj de dijîn. Îro erka her kesî ye ku bi wicdanê xwe kar bike û bi çi awayî be tiştê ku bikaribe pêk bîne, çi bi pênûs, kamera, stranan û çek be. Ji ber temenê min biçûk e û xwendina xwe dewam dikim, min xwest bi riya hunera xwe piştgirî bidim şervanên QSD’ê û rastiya şer û berxwedana ku li ser ruyê erdê pêk tê bi riya wêneyên xwe vebêjim. Wêneyên min xêz kir, li ser Şehîd Ehmed Nasir, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî (ji ber ku kedekî wî ya pîroz ji bo aşîtî û aramiya li herêmên me heye), Jinên pêşeng ên gerîla, ji ber ku hêz û îradeya jinên azad temsîl dikin û herî dawî Şehîd Cîhan û Nazim ku kedek wan a hêja ji bo derxistina rastî û heqîqetê heye.”
‘Emê bi pênûsa xwe mîrasê Şehîd Cîhan bişopînin’
Emîna destnîşan kir ku Cîhan Bilgîn hezkirina hêza jinê ya di qada rojnemegeriyê de di dilê wê de zêdetir kiriye û wiha got: “Cîhan keçeke bi hêz û îrade ye, hezkirina xwe di dilê her jinek Kurd de ava kir. Di her cîhekî pêwîst ku rastiya şer ji raya giştî re radigihîne de cih digirt. Herî dawî dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê dişopand, gihîşt asta şehadetê. Min resmê wê û şehîd Nazim ku li pişt wan bendava Tişrîne heye xêz kir. Min xwest peyamek bidim û bêjim ku Cîhan û Nazim hezkirin û şopandina heqîqetê di dilê her ciwanek de ava kirine û deng vedane. Lewma emê jî şopdarên vê riyê bin û ji bo derxistina heqîqetê pênûsa xwe xurt bikin.”
‘Dixwazim di pêşerojê de bibim şopdara heqîqetê ‘
Emîna bang piştgirî û bilindkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê kir û axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir: “Li bendava Tişrînê berxwedaniyek dîrokî tê meşandin. Şerê hebûn û nebûnê ye. Lewma ez bang li her kesî dikim ku bi erkê xwe rabin û bi çi awayî be piştgirî bidin berxwedana bendava Tişrînê. Ez jî wek keçek ciwan bi riya hunera xwe heqîqeta li ser rûyê erdê parve dikin. Armanca min di demê pêş de bibim rojnamevanek da ku bikaribim bibim şopdara Şehîd Cîhan û Nazim.”