Dîwana Edaletê ya Navneteweyî: Îsraîl li Filistînê hêza dagirker e

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî nêrîna xwe ya ku diyarker nîn e eşkere kir. Dîwanê tesbît kir ku Îsrail li ser xaka Filistînê ‘dagirker e.’

Navenda Nûçeyan- Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (UAD), der barê encamên hiqûqî yên êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li dijî Filistînê didomin de, nêrînên xwe parve kir. Serokê UAD Nawaf Salam di daxuyaniya rûniştina ku ji gel re vekirî de, îşaret bi yekbûna xaka Filistînê kir û diyar kir ku Îsrail li Xezayê, Rojhilatê Qudusê û Şeriaya Rojava dagirkeriyê dike.

UAD, der barê encamên hiqûqî yên dagirkeriya Îsraîlê li Filistinê de bi gotinên: “Gotina nêrînan erk e” da zanîn ku pirsgirêka ji Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê pirsgirêke hiqûqî ye û der barê vê pirsgirêkê de ji bo nêrînê nedin sedemên derbasdar nehatin dîtin.

Pêwîstî bi razîbûna Îsraîl tune ye

Hat destnîşankirin ku dadgehê, mijara ku nêrîna wê hatiye xwestin, weke ku welatên Îngîltere û DYE’yê îdia kir, ne aliye, pirsgirêkek cidî ku hemû lijneya giştî ya NY eleqeder dike ye û ji ber vê “pêwîst nedikir razîbûna aliyên Îsraîl hebe.”

‘Peymana Cenevreyê tê binpêkirin’

Diwanê bi gotinên: “Îsraîl Xeza jî di nav de di xaka Filistînê de otorîteya hêza dagirkeriyê bi kar aniye” bi bîr xist ku Îsraîl li ser Xezayê xwedîbûna kontrolek çalak berdewam dike û ji ber vê li Xezayê di cihê hêza dagirkeriyê de ye.  

Dîwanê bal kişand ku hebûna Îsraîlê li ser xaka Filistînê, der barê hiqûqa şer de peymanên Cenevreyê û hiqûqa navnetewî jî digre nava xwe. UAD tesbît kir ku lihevkirina Oslo, qûralên der barê dagirkeriyê de û binbarkirinê Îsraîl ‘didomin.’

UAD da zanîn ku têgîna dagirkeriyê rewşek derbasdar e, dirêjbûna dema dagirkeriyê, xakên ku hatine dagirkirin û statuya hiqûqî nehatiye guhertin û diyar kir ku Îsraîl li ser xaka Filistînê pêkanîna binpêkirina ‘hiqûqê ye.’

Di heman demê de bal hat kişandin ku polîtîkayên bicihbûnê yên Îsraîl li xaka ku dagir kiriye dike, peymana Cenevreyê binpê kiriye.

Nêrîna ne diyarker e lê çalak e

Hat diyarkirin ku bi şertê der barê dezgehên NY û qadên xebatê de, der barê mijara hiqûqî ya saziyên navneteweyî yên erkên NY ye ji UAD’ê dikare nêrîn bixwaze, dewlet jî ji Dîwanê nêrîn naxwazin. 

UAD da zanîn ku nêrînên dane, her çend ne diyarker bin, ji aliyê saziyên gelek dewletan ve nehatine dîqetkirin û li gorî tevgera ku nêrîn hatiye dayîn tevdigere.