‘Divê zimanê medyayê li aliyê jinan be’

Rojnameger Fatima Nouk bal kişand rola medyayê di şêwedayîna fikrê raya giştî de û got ku divê zimanê medyayê li aliyê jinan be.

RECA XEYRAT

Mexrîb – Medya weke amûrekê bihêz a ku şêweyê dide fikrên raya giştî û rolên zayendî yê civakî diyar dike tê dîtin. Zimanê medyayê gelek caran bi awayekê berbelav rewşa jinan a di jiyana civakî de ne wekhev e rewa dike û rolên wan ên zayendî jî sînordar dike.

Rojnameger Fatima Nouk anî ziman ku gelek dezgehên ragihandinê piştgirî nade pîvanê wekheviya zayendî ya civakî û anî ziman ku li aliyekê jî klîşeyên di vê qadê de kûrtir dike. Fatima Nouk destnîşan kir ku mîna li hemu cîhanê li Mexrîbê jî rewşa medyayê heman e û got: “Rola medyayê di vekirina mesafeya di navbera zayendan de bi awayekê zelal digel hîn dîtbariyên ku bi amûrên medyayê tên ragihandin, bi hîn reklam, film û rêzefilmên ku modelên jin lê tê pêşkeşkirin tê dîtin.” Fatima Nouk anî ziman ku derbarê jinan de stereotipên zeîf, fedakar an jî îteatkar bi awayekê belavker tê bikar anîn û rastî berevajiyê vê ye.

'Dayina jinên bi hêz hilbijartinek e'

Fatima Nouk anî ziman ku medya ji bo pêşxistina civakê amûreke girîng e û bal kişand ser girîngiya hilgirtina vê berpirsyariyê. Fatima Nouk anî ziman ku temsîliyet û rolên girêdayî zayendê weke astengdar tên pênasekirin û got, li gel van mînakên neyînî, pêşkêşkirina jinên bi hêz jî hilbijartinek e. Fatima Nouk got, “Rola medyayê di ragihandin û xurtkirina qalibên jinan û rolên civakî de gelekî girîng e. Ew tenê bi sazûmana malbatê re sînordar nîne, ji bo hemû beşên civakê û qadên cihê dihewîne teşe hatiye çêkirin. Lewma pirsgirêka îmaja jinê ya di çapemeniyê de gelekî girîng e.” 

Divê qanûn bên tetbîqkirin'

Fatima Nouk, bal kişand ser xebatên Saziya Bilind a Sektora Dîtbarî û Bihîstbarî a li welêt a ji bo zimanê jinan di qenalên televîzyonê de bi cih bike, diyar kir ku ji bo pêşî li pêvajoyên ku têkiliyên zayendî yên newekhev derdikevin pêş, divê xebat bên kirin. Fatima Nouk destnîşan kir ku Destûra Bingehîn a sala 2011'an îradeyeke zelal a siyasî û exlaqî ya ji bo derbaskirina wekheviya zayendî û cudahiya dîrokî ya di navbera jin û mêr de nîşan dide û xwest ku yasa bên bicihanîn. Fatima Nouk diyar kir ku ji bo wekheviyê gelek qanûn hene û destnîşan kir ku di vî warî de xebatên girîng a Desteya Bilind a Ragihandinê ya Dîtbarî û Bihîstbarî hene. 

'Divê bişêwekirin li aliyê jinan be’

Fatima Nouk got, "Divê pispor û jinên pispor ên di qada çapemeniyê de di çarçoveya mafên mirovan de bên perwerdekirin û ji bo leza guhertinan zêde bibe, xebatên xwe bi leztir bikin. Li şûna ku wekheviya zayendî weke xeterî bê dîtin, divê her kes vê weke firsendekê bibîne. Ev yek ji bo her kesî derfetek e. Hewldanên ji bo wekheviyê jî di warê perwerdehiyê de ne.”

Têkildarî berpirsyariya çapemeniyê jî Fatima Nûk diyar kir ku her daxuyaniyên ku ji aliyê çapemeniyê ve tên belavkirin, di encamê de dîmenên derûnî tên avakirin û xwest ku ev hêza teşeker li aliyê jinan bê bikaranîn.