‘Divê zanîngeh bibin navend û bingeha şoreşê’
Xwendekarên jin ên ku serhildana li Îran û Rojhilata Kurdistanê nirxandin, diyar kirin ku divê zanîngeh bibin navend û bingeha şoreşa Îranê.

HÎMA RAD
Sinê – Serhildanên ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê 'polîsên exlaq’ ên rejîmê ve li Îranê dest pê kirin, her diçe belav dibin. Xwendekara zanîngehê A.M ku tevlibûna xwendekarên jin ên di serhildanên Îranê de weke şoreş bi nav kir, der barê serhildanan û daxwazên xwe de nirxandinan kir.
‘Xebata bi komî girîng e’
Xwendekara lîsansa bilind A. M bal kişand ku li zanîngehan birêxistinkirin girîng e, der barê tiştên li Îranê tên jiyîn de, wiha dibêje: "Zanîngeh weke civakeke biçûk a di dilê civakeke mezin de, ji bo alî bide hedefên cuda, pêwîstî bi organîzasyonek lihevhatî û yekitiyê dibîne. Ji ber vê yekê li zanîngehan hebûna sendîka û komên hevgirtî, dihelê ku akademîsyen xebatên hin fermîtir bimeşînin.” A.M bal kişand ser girîngiya tevlibûna xwendekarên zanîngehê ya ji şoreşê re û wiha got: “Xwendekar weke komek ciwan û bi perwerde, ji komên din hin zêdetir xwedî ramaneke ronaktir û zelaltir in. Divê xwendekar di ronahiya şoreşa ku welat şahidî dike de pêşerojê biparêzin, ji ber vê li gorî min divê zanîngeh bibin navend û bingeha şoreşê."
‘Ev şoreş êdî ne bi yek fikrî ye’
A.M bal kişand ser asta dîroka şoreşê û wiha got: “Di tevahiya dîrokê de xwepêşandanên xwendekaran di destpêkê de sendîka bûn û heta şert û mercên siyasî yên civakê guherîn, demeke dirêj bi vî awayî berdewam kir. Dema ji gelek pirs û daxwazan re bersivên guncaw nehatin girtin, xwepêşanan rengekî siyasî qezenc kir. Xwendekaran di dawiya salên 1940’î şoreşa berê ya Îranê de, dirûşmên wekî “Azadiya xwendekaran, ji qral re mirin, yekitî û têkoşîn” berz kirin. Yek ji cudahiya van her du şoreşan asta hişmendiya civakê ye. Îro bi çeka bi navê sîber feza asta hişyariya gel ji ya sala 1957’an gelekî bilindtir e û heta daxwazên xwendekaran jî hin ronîtir bûye Ev şoreş êdî ne bi yek fikrî ye.”
‘Riya dawî û yekane ya têkoşînê, ya çekdarî ye’
AM bal kişand ser rola xwendekaran a di şoreşê de û wiha axivî: "Divê xwendekar û akademîsyen şoreşê weke riya yekane ya derketina ji statukoyê bibînin. Malbatên xwendekaran heta negihijîn azadiya xwe, têkoşîna xwe didomînin. Ger bi awayekî hin zelaltir axaftin pêwîst bike, riya dawî û yekane ya şerkirinê, têkoşîna çekdarî ye.”
A.M der barê dê di navbera zanîngeh û civakê têkiliyek çawa bê danîn de nirxandinan kir û wiha got: "Mixabin rayedarên Îranê evqas sal xwendekaran weke hêmanek gefê dîtin. Ji ber vê yekê jî ji bo ku koma xwedî perwerde di nav gel de girîngî qezenc neke, xebatan dan meşandin. Xwendekarên niha wek xwedî perwerde nabînin. Vîzyona zanistî, carna daxwazan bi awayekî ku komên din jê fêm nake îfade dike. Ji bo karkeran hebûna nan ji mafê azadiyê zêdetir e. Ji ber ku mirovên birçî nikarin li azadiyê bigerin."
'Yekitiya xwendekaran milekî xurt û bi bandor e’
Profesora Zanîngehê M.J jî, behsa girîngiya zanîngehan kir û wiha axivî: "Zanîngeh navendên zanistê ne û di heman demê de hilberîn û xweavakirin e. Profesorên zanîngehê û xwendekar dikarin riya civakê diyar bikin. Pirsgirêk û cudahiyên siyasî û civakî ji berjewendiyên sereke yên vê beşa civakê ne. Xwendekar her dem hewl didin di nava zanîngehê de bi avakirina polên cuda xemên xwe û xemên gel nîşan bidin. Yekitiya xwendekaran milekî bihêz û bi bandor e, van yekitiyan her dem daxwazên xwendekaran anîn ziman."
'Zanîngeh çand û nasnameyên cuda tînin cem hev'
M.J bal kişand ser rola zanîngehan a di şoreşê de û wiha axivî: "Zanîngeh bi beşdariya hemû beşên civakê û girseyeke berfireh a kêmaran, di şoreşê de xwedî roleke girîng in. Ji seranserê Îranê xwendekarên ji ziman û çandên cuda, ji bilî danûstandina çandî û vegotina daxwazên xwe, îfadekirina kêmasiyên xwe li zanîngeha ku wek platformeke li hev dicivin.”
'Şoreşên berê dişibiyan hev’
M.J bal kişand ser cudahiya di navbera şoreşa niha û şoreşên berê yên Îranê hatine jiyîn û wiha got: "Di navbera şoreşên niha û yên berê de wekhevî û cudahî hene. Xwendekar zêdetirî 50 roj in li qadan in. Çalakiyên rûniştinê pêk tînin. Armancên li vir jî dişibin şoreşên din. Dirûşmên ku li zanîngehan îro berz dikin, li ser daxwazên akademîsyenan e.”
'Divê zanîngeh bibin dengê heqîqetê'
M.J destnîşan kir ku divê xwendekar wek çîneke biperwerdeyê tenê neyên hiştin û wiha got: "Ez bawer dikim ku li zanîngehan dikare pêşî li dubarebûna bûyerên trajîk ên 1988 û 1978'an bê girtin. Xwendekar li zanîngehan dikarin ji aliyê profesor û dayik û bavên xwe ve piştgiriyê bibînin. Li zanîngehan ji hemû beşên civakê xwendekar hene. Ew zarokên heman karker, karmend, bazarvan û beşên civakê ne. Divê zanîngeh bibin dengê heqîqet û azadiyê da ku di navbera akademîsyen û civakê de zinar çênebin. Daxwazên kesên nêzî hev û akademîsyenan, dikare bandorek mezin çêbike. Sendîka û komên xwendekaran dikarin bi bijartina armancên taybet û dirûşmên guncaw vê rêbazê hêsan bikin.”