ˊDivê tundiya li dijî 2 jinên ciwan dozeke civakî were dîtinˊ

Meclisa Jinên Sûriyeyê tundiya li ser 2 jinan li Gundê Til El Semin ê Reqayê şermezar kir û banga pêkanîna qanûnên ku jinan ji tundiya civakî biparêze kir.

Navenda Nûçeyan-Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekî sûcê tundiya li dijî 2 jinên ciwan ji aliyê hin mêran ve li gundê Til El Semin ê bakurê Reqayê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hişyariya li ser zêdebûna sûcên qetilkirin û tundiya li dijî jinan bi hincetên "şerefê" di çarçoveya qirkirina jinan de, hat dayîn. Her wiha hat diyarkirin ku pêwîst e aliyên berpirs xwedî li erkên xwe derkevin û hesabê ji sûcdaran bixwazin.

Di daxuyaniyê de ev sûc wek dozeke civakî ya giştî hat diyarkirin nexasim bi nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê re.

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi girîngiya çalakkirina qanûnên parastina jinan ji sûcan û tundiya civakî hat dayîn. Her wiha bang li hemû jinan hat kirin ku bi yekrêziyekê destkeftiyên şoreşê û tevahî jinan biparêzin.