‘Divê têkoşerên ragihandina azad li dijî dagirkeriyê zêdetir bixebitin’

Rojnamevan Semîre Seîd der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê de diyar kir ku Ragihandina PDK’ê bi çavên dagirkeran bûyerê dişopîne.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê zêde dibin. Bi riya ragihandina desthilatdariya herema Başûr her dem avakirina baregehên dewleta Tirk li herêmên başûr tên ragihandin. Dewleta Tirk bi hinceta hebûna hêzên Partiya Karkerên Kurdistan, (PKK) êriş dike lê belê armanca wê zindîkirina sînorên Mîsaqî Milî ye û her wiha armanca wê ew e ku Kerkuk û Mûsilê bixe destên xwe. Bi riya êriş û îşkencekirina hemwelatiyên herêmê hewl dide hewmelatiyan ji cihên wan derbixe.

‘Ragihandina PDK’ê di bin siya desthilatdariyê de kar dike’

Rojnamevan Semîre Seîd wiha behsa rola ragihandinê di êriş û dagirkirina Kurdistanê de kir û got: “Ragihandina Başûr, dema şopandina êriş û dagirkeriyê, bi erk û berpirsyariya xwe ranabe. Beşek zêde ji ragihandinên başûrê Kurdistan, di xeta îxanetê de cihê xwe girtine û bi taybetî ragihandina PDK’ê bi çavên dagirkeran rewşê dişopîne. Ew ragihandin di bin siya desthilatdariyê de kar dikin, nûçeyên xwe weke rojevek girîng ranaxin ber çavan. Erka rojamevanan ew e ku pirsgirêka dagirkeriyê bikin rojevek girîng û hemwelatiyan li dijî dagirkeriyê teşwîqê çalakiyên li qadan bikin û dengê xwe bilind bikin. Destûrdayîna dagirkeriyê li ser xakê, li gorî zagon û aliyên mirovî li herêma Kurdistanê û Iraqê weke îxaneta niştimanî tê hesibandin, vê rewabûnê, ragihandin bi riya îxaneta niştimanî dike divê cezayên zagonî bigrin.”

‘Şerê taybet li ser ciwanan tê meşandin’

Semîre Seîd diyar kir ku sed sal di ser peymana Lozanê de derbas bûye lê belê dewleta Tirk hedef dike peymana Lozanê dubare bike û wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze bi guherîna demografiya navçeyên Kurdistanê armanca xwe pêk bîne. Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka başûrê Kurdistan û Iraqe ye, ne hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Hebûna PKK’ê li çiyayên azad ên Kurdistanê, parastina xaka Kurdan e, tevahî dagirker vê dizanin divê hemwelatiyên başûrê Kurdistanê bi riya ragihandina azad hişyariyê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk belav bikin.”

‘Divê ragihandina azad hewldanên xwe zêdetir bike’

Semîre Seîd di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ragihandina azad li herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk roleke girîng girtiye û wiha domand: “Asayîş û maşîneyên zirxî yên bajarê Silêmanî ji bo girtin û pêşîlêgirtina xakê bû, ne ji bo rojnamevanên azad û dengê azad e. Hebûna van astengiyan rêgiriyê li gihandina dengê azadiyê dike. Berê hemwelatiyên başûrê Kurdistanê rejîma Baasê ya dîktator tune kirin. Ji ber wê niha jî dikarin dubare wî ruhî zindî bikin. Ragihandin sedema parastina xakê û ji navçûna xebatê 33 salan ên gelê Kurd ji bo xaka başûr e. Gerîla ji bo parastina xakê li çiyayan têdikoşe. Lê belê ragihandina başûrê Kurdistan bi riya şopandina tevahî êriş û dagirkeriyê dikarin mafên xwe biparêzin. Her wiha ragihandina azad ji bo sînordanîna dewleta dagirker a Tirk dikare bi berdewamî hewldanên xwe bidomîne û bixebite.