‘Divê tavilê ji biryara girtina saziyên jinan vegerin’
Çalakvan Dilsoz Zengene der barê girtina saziyên jinan da, anî ziman ku divê tavilê ji vê biryarê bê vegerandin û got: “JIN TV tekane televizyona çalake ku hemû jin, çalakvan û siyasetmedaran dikarîn dengê xwe bidin bihîstin.”
DÎDAR ŞEHLA
Silêmanî – Di şeva 31’ê Kanûna 2024’an de asayîşa Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê, bi ser navendên Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV ye û ev 7 sale bê navber ji bo dengê jinan bide bihîstin dixebite, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger a Pêşxistina Hunerê û Rêxistina Merziye ya jinan kir û her çar navendan bi dare zorê girt. Çalakvan Dilsoz Zengene bertek nîşanî girtina saziyên jinan da û got divê tavilê ji vê biryarê vegerin.
‘Ev biryare binpêkirina mafê jina ne’
Çalakvan Dilsoz Zengene der barê girtina sazî û rêxistinên jinan bi taybet şîrketa Gizingî Berbeyan ku ji bo JIN TV bernameyan çedike wiha got: “Ev binpêkirin li dijî jinan, rewşenbîran û azadiya fikrî ye. Bê guman destên ji derve li pişt vê biryarê ye û di heman demê de jî tirsa ji deng û rengê jina azad e. JIN TV tekane televizyona çalak e ku hemû jin, çalakvan û siyasetmedaran dikarin dengê xwe bidin bihîstin. Desthilat qebûl nake ku jin deng û rengê xwe yê rasteqîn bigihîne. Her wiha divê em vê yekê ji bîr nekin ev televizyon hertim dagirkeriya li perçeyên din ên Kurdistan û başûrê Kurdistanê eşkere dikir. Ji ber wê dixwazin tekane televizyona ku jin dikarin bi azad dengê xwe bidin bihîstin, qut bikin.”
‘Bila bajarê rewşenbîran nebe bajarê dîktatorî’
Dilsoz Zengene di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina jinan de wiha got: “Di dema rûxandina rejîma Esad li Sûriye tişta yekem ku jêre hewl hat dayîn êrişên li ser jinan bû. Ev vê derdixe holê ku dagirker çiqas ji jin û bi taybet jina azad ditirse. Divê Kurd li hemberî dagirkeriyê bibin yek deng û yek helwest û bêdeng nebin. JIN TV bi fikrê jinan kar ji bo derxistina rastiyê dikir, ji ber wê weke çalakvanekê ez vê biryara rawestandina karê şîrketa Gizingî Berbeyan ku ji bo JIN TV bernameyan çêdike şermezar dikim. Divê di demek nêz de ev biryar paş de vegerînin. Bajarê Silêmanî bajarê azadî û rewşenbiriyê ye, divê nebe bajarê dîktatorî.”