"Divê sedemên şidetê bên lêkolînkirin"
Wezîra Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin Amal Behac Mûsa bal kişan ser girîngiya xurtkirina hewildanên ji bo têkoşîna li dijî tundiyê ku bandorê li jiyana jinan dike û wan digihîne asta kuştinê û banga nêzkbûnek rexnegir dike ji bo çawayiya rûbirûbûna vê diyardeyê û peydakirina çareseriyê.
Tûnis - Di komcivîneke girtî ya Wezareta Tûnisê de Wezîra Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê Amal Mûsa girêdayî kampanyay 16'e Rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de nirxandinên giring kir.
Amal Mûsa got ku di xebatên abûrî û civakî de cîh girtina keçên ciwan û jinan li Tûnisê dê bibe alîkar li hember her cûre cudakarî û şîdeta li dijî jinan têkinin û tekez kir ku ev yek dê bi xebatên hevbeş ên hemû wezaret, komeleyên famînîst, civaka sivîl û rêxistinên herêmî pêk were.
"Ji bo çareserkirina tundûtûjiyê stratejeyên nû"
Amal Mûsa destnîşan kir ku ev stratejî hewl dide tundiya li ser jinê ji holê rabike û anî ziman ku rêjeya tundiyê li ser jinan di van salên dawî de bilind bûye tevî hebûna zagonekê ku weke "şoreşeke rastîne di warê parastina mafên jinan de" binav kirine jî.
Amal Mûsa bal kişand ser girîngiya xebata ji bo pêşîlêgirtina tundiyê û pêşxistina hewldaneke stratejîk ji dbo rûbirûbûna diyardeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî de yan jî piştî wê û bilêv kir ku dem hatiye Tûnis tekezî li ser pabendbûna bi parastina mafên jinan bike ji bo çareserkirina îstîsmarên ku jin, zarok û kesên temen mezin hedef digre. Amal anî ziman ku ev çareserî jî wê bi rêka belavkirina zanistên ku bandora şidetê ya neyinî di nava civakê de û pêşkêşkirina analîz û pêşinyaran ji bo ku çareserî bêtir aktîv û rast be.
"tundûtûjiya li ser jinan binpêkirina mafên mirova ne"
Amal Mûsa diyar kir ku tundiya li ser bingeha zayendî tenê jinê hedef digre û tundî bandoreke neyinî li ser derûnî, fîzîkî û aboriya jinê dike. Amal da zanîn ku tundûtûjiya li ser jinê yek ji cureyên binpêkirina mafê mirovan a herî hatiye belavkirine. Amal Mûsa tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste kar li ser pêşîlêgirtina tundûtûjiyê li Tûnisê were kirin. Amal Mûsa bilêv kir ku divê bi rêya belavkirina hişyaryariyê xebat bê meşandin û lêkolînek li ser lêçûna aborî ya ku pêwîste kesê tundiyê dike bide û derfet ji bo vê xebatê di her aliyî de bê dayîn.
"Sala borî 15 hezar giliyên jinan hatine tomar kirin"
Amal mûsa diyar kir ku pandemiya korona bû sedema kûrbûna pirsgirêkan di nava hemû nifşên civakê de û wiha got: "Girûbên pêwindîdar di sala 2020'an de zêdetirî 15 hezar gilîkirinên şidetê tomar kirin. Ev jî diyar dike ku li gorî salên berê şidet 7 qat zêde bûye. Ji despêka salê de hejmara telefonên hatine 6 hezar debas kirine ku ji sedî 78 ji wan bûyerên şidetê û kategoriya zewacê ne. Ji sedî 74 ji wan bûyeran jî jinên ji aliyê hevjînê xwe rastî tundiyê hatine. Her wiha ji sedî 12 jî bûyer bi serê zarokan hatine.
Kategoriyên herî zêde rastî tundûtûjiyê tên yên ku temenê wan di navbera 30 û 49 salî de ne.”
Amal Mûsa destnîşan kir ku hemû hewldanên bi salan hatine kirin, diyardeya şîdeta li ser jinan ku di demam belavbûna pandemiyê de du qat zêde bûye sînordar nekirin.
“Em hewil didin li gorî zagonan parêzvaniya jinan bikin”
Parêzvana Mafê Mirovan Hala Bin Salem di nirxandina xwe de diyar kir ku divê tedbîrên parastinê bi Qanûna Bingehîn bêne pejirandin û destnîşan kir ku pêkanîna vê qanûnê di sala 2020'an de dijwar bû û bal kişand ser kêmasî û valahiyên girêdayî hebûna nakokiyan di şîrovekirin û têgihiştina qanûnê di nav dadweran de, lewra di dadgehan de bi heman awayî nayê pêkanîn.
“Em di komeleyê de despêkê jinan guhdarî dikin”
Seroka Komeleya Jinan a Lêkolîn û Pêşxistina Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Ser Jinan Mufîde El-Basî, tecrûbeya komeleyê di birêvebirina navenda sitargehê ya sala 2016'an de hatiye damezrandin ku yekemîn navenda bû ji bo parastina jinên rastî tundûtûjiyê hatine pêşkêş kir. Mufîde bilêv kir ku li navenda wan jinên rastî tundiyê hatine tên guhdarkirin û pişre heger pêwîst bike ji bo ewlehiyê mexdûran dibin navendê.
"Banga guhertina mufredatê perwerdeyê "
Seroka Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî Radiya El Jerbî li ser Qanûna Bingehîn a hejmar 58'an a sala 2017'an, têkildarî bidawîkirina tundiya li ser jinan ragihand ku hewildanên wan ji bo çareserkirina tundûtûjiyê bi rêya pêşîlêgirtin û hişyarîkirinê heye, ji ber ku qanûna bingehîn destkeftek girîng e tevî tiştê hewce dike ku bi xwendina rexneyî û derxistina pratîkên baş di warê qanûnî û dadwerî de were aktîfkirin.
Radiya El-Jerbî banga guhertina rêbaz û mufredatê perwerdeyê kir û bal kişand ser rola girîng a ragihandin û çandê di têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinan û hişyarkirina metirsiyên tundiyê li ser jinan û civakê kir.