‘Divê rola jinan di cihên biryardayînê de bê misogerkirin’
Jinên ku beşdarî komxebata şêwrê ya li Helebê hatibû lidarxistin bûn, gotin: “Sûriye xwedî tabloyek mozayîk e. Ji ber vê yekê pêwîst e jin di avakirina Sûriya nû de hebin û mafên wan bên misogerkirin."
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250205-11-jpg0f90b8-image.jpg)
Heleb – Ji aliyê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Helebê ve di 3'ê Sibatê de komxebatek şêwrê hat lidarxistin. Di komxebatê de rewşa Sûriyê ya piştî hilweşîna sîstema Beasê û rewşa jinan a piştî cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam cihên xwe di rêveberên Sûriyê de girtine, hat nîqaşkirin.
Komxebat li hola Medya ya taxa El Cela ya bajarê Helebê hat organîzekirin. 200 nûner û sekreterên ji 18 partî, tevger, saziyên siyasî yên li Sûriyê, pêkhate, nijad, saziyên sivîl û partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn. Di vê komxebata şêwrê de beşdaran bal kişandin ser rewşa nû Sûriyê, rewşa jinan û rolên wan ên di cîhên biryardayînê de hatin nîqaşkirin. Her wiha beşdaran tekez kir ku divê di avakirina Sûriya nû de rol û hebûna jinan bê misogerkirin. Jinan gotin ku pêwîst e Sûriyeya azad û demokratîk a ku tê de hemû mezheb û pêkhate bi azadiya xwe bijîn û dûrî siyasetên qirkirin û îmhakirinê bin, werê avakirin. Di dawiya komxebatê de hat diyarkirin ku komîteyek ji beşdaran bê avakirin da ku xebatên diyalogê û encamnameyeke hevbeş a hêzên niştemanî temam bike.
Beşdarên jin di komxebata şêwrê de nêrîn û daxwazên xwe yên derbarê avakirina Sûriyeya nû de û misogerkirina hebûna rola jinan a di cihên biryardayînê de, ji ajansa me re axivîn.
'Rola jinan di avakirina civakan de xwedî hîmeke bi hêz e'
Mamosteya Kîmyayê Semîra Selîm derbarê rewş û rola jinan a li Sûriyeya nû de got: "Hêvî dikim ku Sûriya nû bibe Sûriyeya hemû pêkhate, netew û mezheban. Sûriye bi mozayîkên xwe tê nasîn û hezkirin, ji ber ku hemû mezheb tê de cih digrin. Ew xwedî kesên rewşenbîr, zana û dîroknas e. Rola jin û ciwanan jî di avakirina Sûriya nû de gelek girîng e û divê dengê xwe bi awayekî azad ragihînin. Em dixwazin rola wan di nava civakê de aktîf be. Bi riya civîn, diyalog û forumên ku em li dar dixin, daxwaz dikin dengê xwe ji cîhanê re ragihînin û mafên jinan di avakirinê de misoger bikin. Jin dayîk e, mamoste ye, xwişk û hevjîn e, ew bi destên xwe nifşan ava dike. Tevî van hemûyan, her dem rola jinan tê biçûkxistin û di nava çarçoveya malê de dimînin. Gelek xwedawendên jin di dîrokê de hene, rolên siyasî, civakî û leşkerî lîstine. Rola wan rolek bingehîn e di civakan de. Divê em balê bikşînin ser rola jinan a zêde. Rola wan ji ya mêran mezintir e, ji ber ku ew wan xwedî dike û mezin dike. Bi saya jinan mêr dighîjin cîhên rêvebirinê."
'Sûriye tabloyek mozayîk e'
Semîra Selîm destnîşan kir ku divê di Sûriyeya nû de tundî û kiryarên li ser jin û ciwanan tune be û wiha pê de çû: "Em daxwaz dikin ku tundî û kiryarên ew li ser jinan dimeşînin di Sûriyeya nû de bên qedexekirin û dawî li wan bê anîn. Em Sûriyeya bi aştî û azad hêvî dikin. Di heman demê de em Sûriyeya azad ji hemû pêkhate û neteweyên Sûriyê re dixwazin. Dema ku Sûriye hemû pêkhateyên xwe hembêz bike, wê demê welatek demokratîk û azad jî dê bê avakirin. Her kes wê bi reng û çanda xwe bijî û wê ji çand, hebûna û zimanê xwe mehrûm nemîne. Xweşikbûna Sûriyê, ji ber tabloya wê ya mozeyîk e û her kes vêya qebûl dike."
'Divê waneyên olî li dibistanan neyên dayîn'
Semîra Selîm bal kişand ser bernameyên perwerdeyê yên li dibistanan û wiha got: "Bi nêrîna min waneyên olî li dibistanan divê neyên dayîn. Li şûna wê bernameyên perwerde, zanistî û ehlaqî ji şagirt û xwendekaran re divê bên dayîn. Zanist di van demên dawî de gelek girîng e ji bo ku em bikaribin dawî li nezaniyê bînin. Bi riya xurtkirina zanistê em dikarin dawî li tundiyê jî bînin. Em dixwazin jiyanê li Sûriya nû ava bikin."
'Divê Sûriyeya nû piralî û ne navendî be'
Semar El Elî ya ji pêkhateya Ereb e jî got: "Pêşeroja Sûriyê divê piralî û ne navendî be. Em gelê Sûriyê di gelek şer, pevçûn û qirkirinan re derbas bûn. Ji ber vê yekê em cudakariya di navbera pêkhate û mezhebên herêmê de tu carî qebûl nakin û wan red dikin. Divê em yekrêziya xwe ava bikin da ku bikaribin Sûriyeya nû jî ava bikin. Di heman demê de daxwaza me ew e ku sîstema nû ya rêveberiyê jî hevpar be, rola jinan tê de hebe ku hebûnên xwe nîşan bidin û beşdarî cihên biryardayînê bibin. Gelek jinên xwenda, zana û pêşketî di nava civakê de hene, dikarin nûnertiya gelê xwe bikin.”
'Hevrîn Xelef ji bo azadiya jinan di nava lêgerînan de bû'
Semar El Elî bang li jinên Sûriyê kir û wiha got: "Em bi rêzdarî têkoşer Hevrîn Xelef bi bîr tînin. Ew ji bo azadiya jinan û pêkanîna wekheviya civakê, di nava lêgerînan de bû. Tecrubeya herî mezin ji bo hebûna jinan û aktîfkirina rola wê di hemû warên jiyanî de, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû. Divê jinên Sûriyeyê jî vê tecrubeyê ji xwe re mînak bibînin. Bang li hemû jinên Sûriyeyê dikim ku li hemberî niheqiyê bêdeng nemînin. Hûn jinên tekoşer û berxwedêr in, dikarin ji bo mafên xwe têbikoşin."