‘Divê rêxistinên jinan piştgiriyê bidin jinên li kampan dimînin’

Rêvebera Navenda Parastina Mafê Jinan û Lêkolînê Şîrîn Çorî bal kişand ser rewşa jinên di kampan de dimînin û banga hişyarkirina jinan û rêxistinên navneteweyî li dijî kampan kir.

DÎREN ENGÎZEK  

Qamişlo- Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan ku piştgiriya qanûnî dide jinên bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji sala 2019’an ve xebatan dimeşînin. Şîrîn Çorî ku di rêveberiya Navenda Parastina Mafê Jinan û Lêkolînê de cih digire, diyar kir ku heta niha bi alîkariya hiqûqî alîkariya gelek jinan kirine û xebatên ku dimeşînin anî ser zîman.

‘Em hewl didin jinan der barê mafên xwe de hişyar bikin’

Şîrîn Çorî diyar kir ku Navenda Parastina Mafê Jinan û Lêkolînê di sala 2019’an de dest bi xebatê kir û got: “Xebatên me bi sê awayan tên meşandin. Em li kampan bi jinan re dixebitin. Em sûcên li dijî jinan ên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin belge dikin. Em bûyerên wek mirin, revandin û birîndarkirina jinan dişopînin. Di heman demê de em bi semîner û atolyeyan xebatên perwerdeyê li dar dixin. Em hewl didin hemû jinên kar dikin û nakin der barê mafên xwe de hişyar bikin.”

Şîrîn Çorî diyar kir ku di sala 2022’an de li Belçîkayê şaxeke navendê hatiye vekirin û got, li Hesekê, Tebqa, Reqa, Heleb û Şamê jî endamên wan hene.

‘Em sûcên li dijî jinan belge dikin’

Şîrîn Çorî diyar kir ku ji destpêka vekirina navenda xwe heta niha xebatên perwerdehiyê yên wekî panel û semîneran ji bo jin û zarokan li dar dixin û got: “Taybet me li ser mijarên wekî mafên jinan ên takekesî, derûnnasiya jinan, rêveberiya krîzê, aborî û bi taybetî jî li ser ravekirinê atolye li dar xistin.” Herwiha Şîrîn Çorî got: “Em her sal dosyayên tundiya li ser jinê amade dikin” û axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Ya herî girîng jî sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkeriya Tirk; Em qetilkirin, revandin û birîndarkirinan belge dikin. Ji herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin gelek nûçe tên ji mere. Rewşa jinan li vir pir xirab e. Her roj tên qetilkirin, revandin, îşkence li wan tê kirin û zexteke mezin li ser wan tê kirin. Têkildarî sûcên li van herêman li dijî jinan hatine kirin du dosyayên me hene. Her wiha em her sal bîlançoya sûcên ku li herêmên dagirkirî tên kirin amade dikin.”

Rewşa jinên li kampan

Şîrîn Çorî daxuyakirin wan ji bo jinên ku di bin îşkenceya komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de dijîn dosyayek amade kirine û şandine dadgehên mafên mirovan ên navneteweyî, lê ji aliyê van dadgehan ve tu doz nehat vekirin. Şîrîn Çorî anî ziman ku ji destpêkê ve ji bo dosyaya Hevrîn Xelef a di sala 2019’an de ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hat qetilkirin, dixebitin û got: “Me dosya şandin Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî. Redkirin hat. Wan tenê gel xwe tomar kir.”

Şîrîn Çorî da zanîn ku ew bi taybet li kampan dixebitin û ev agahî parve kir: “Em li Kampa Roj xebatan dimeşînin. Me bi 240 jinan re hevpeyvîn kir. Em di kampê de jinan bi sê awayan digrin dest. Ya yekem ew kesên radîkal in, ku bi zanebûn û dilxwazî ​​tevlî DAIŞ’ê bûne. Hin ji wan kesên ku li gorî rêgezên îslamî hatine vir, ji ber ku zilamên ku bi wan re zewicîn tevlî DAIŞ’ê bûne û yên din jî jinên ku hatine xapandin û anîne vir. Ev koma dawî ji koma radîkal pir ditirse.”

‘Em hewl didin perwerdeya zarokan bi rêxistin bikin’

Şîrîn Çorî got: “Me bi hin rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re peymanek îmze kir, da ku em piştgiriyê bidin van jinên ku li kampan dijîn û bi awayekî saxlem vegerin.” Wê destnîşan kir ku rewşa jinên DAIŞ’ê bi perwerdeyên piralî dikare were çareserkirin. Şîrîn Çorî anî ziman ku wan xebatên taybet ji bo zarokên li Kampa Roj jî kirine û got: “Li Kampa Roj destpêkê 300 zarok hatin piştgirî kirin, piştre jî 160 zarok hatin piştgirî kirin.” Şîrîn Çorî der barê çalakî û xebatên ji bo zarokan de ev daxuyanî da:

“Ji bo zarokên li kampan dimînin çalakiyên curbecur tên lidarxistin. Em bi rêxistinên navneteweyî yên parastina zarokan re rehberî û piştgiriya derûnî didin van zarokan. Rewşa zarokan ne zêde baş e. Zarok perwerdeyê dibînin, lê dema ku di malbatên xwe de helwestên îslamî yên radîkal dibînin, dîsa diguherin. Di vê kampê de em li ser mijarên jin û azadî, mafên jinan, girîngiya jinê di rêvebirina malbatê de û di Îslamê de semîneran didin jinan. Em hewl didin perwerdeya jin û zarokan bi rêxistin bikin.”

'Divê jinên li kampan dijîn bên piştgirî kirin’

Şîrîn Çorî plansaziyên xwe yên weke Navenda Parastina Mafê Jinan û Lêkolînê nirxand û got: “Semîner û xebatên perwerdeyê yên ravekirina mafên jinan dê li sazî, kon û gundan berdewam bikin. Em ê pêkanînên derqanûnî yên li ser jinan bi belge bikin. Ji bo pêkanîna biryara 1325’an a ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve ji bo jinan hatiye dayîn, xebatên me yên agahdarkirinê wê dewam bikin.”

Şîrîn Çorî bal kişand ser jinên di kampan de dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin û rêxistinên navneteweyî bi taybetî piştgiriyê bidin jinên li kampan.”