‘Divê ragihandin di nava çînan de wekheviyê ava bike’

Mamaosteya beşa ragihandinê Ciwan Celaledîn diyar kir ku erkê ragihandinê ew e ku dema pirsgirêkêk hebe û dide tayîsandin divê li gora wê pirsgirêkê riyên çareseriyê jî di ragihandinê de biteyisîne û di nava çînan de wekheviyê ava bike.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe rewşa ragihandinê xirab dibe. Niha ragihandin gihaye wê astê ku li cihê ku di nava kesan de hevsengiyê bide avakirin, cudahiya çînayetiyê dide avakirin. Mamaosteya beşa ragihandinê Ciwan Celaledîn derbarê erk û berpirsyartiya ragihandina li başûrê Kurdistanê  divê çava be ji ajansa me re bersivand.

‘Divê ragihandin hêza kesan nîşan bide’

Ciwan Celaledîn di destpêka axaftina xwe de sedemên avabûna çînayetiyê nnirxand wiha got: “Karkirina ragihandinê, li gel zarokek xwedî pêwîstiyên taybet û derxistina wê zarokê ji zarokek asan cuda, avakirina çînayetiyê ye. Ji ber hinek deman ragihandin bêhêziya wê zarokê nîşan dide. Behsa hêza ku wê zarokê heye nakin, ji ber ku ev nêzîkatî kesan dişkîne. Gelek caran di ragihandinê de zarokên hejar derdixin ser ekranê û biçûk dixin, berovajî ev nêzîkatî şaş in, ragihandin  dikare bi awayekî kar bike ku îrade û hêza hejaran nîşan bide, ji ber ku hêza ragihandinê a pêşîlêgirtinê heye.

‘Armanca hinek aliyên ragihandinê komkirina bîneran e’

Ciwan Celaledîn amaje bi wê yekê kir ku siyaset û aliyekî opozîsyonê heye ku armanca wan ew e xirabûna rewşa xelkê nîşan bide û dilê hemwelatiyan pê bişewite û lawaziyan nîşan didin û got: “Ragihandina ku divê li cihê dema van pirsgirêkan di ragihandinê de diteyîsinîn, li gorî wê pirsgirêkên riyên çareseriyê jî biteyîsinin. Ji ber li herêma Kurdistanê lêpirsînek giştî tune ye û çavdêriya kanalan nîn e û her yek li gorî xwe dixwîne. Ev jî wisa dike ku ragihandina Kurd li gorî berpirsyariya xwe tevnagere, tenê armanca wan komkirina bîneran be, ji ber vê jî li gorî xwe tevger dike.”

‘Divê rewşa kes bifikirin’

Ciwan Celaledîn destnîşan kir ku erka ragihandinê ew e dema pirsgirêk hebe ji bo xelk û desthilatdariyê divê riyên çareseriyê nîşan bide û got: “Ji bo vê jî tenê pêwîstî bi hinek piştevaniyê heye. Divê rewşa kes jî bifikire. Kamera di hemû çalakî, raport û nûçeyan de, xwedî roleke sereke ye, ji ber kamera derxistina peyaman e. Kameraman dikarin bi dîmenên xwe peyama xwe bigihîjînin, dema kesek asayî yan jî xwedî pêwîstiyên taybet diçe gel berpirsekê bi awayekî derdixe ku ew kes lawaz e û her dem dîmenê berpirsan bi awayek bi hêz nîşan dide. Erka ragihandinê ew e ku bi lêkolîn kar bike. Mijara siyasî û armanca siyasî ji karê xwe cuda bike.