‘Divê piştgiriya ji bo herêmên erdhejê re bidome’
Ceylan Palamut a ku ji roja ewil a erdhejê ve heta niha dixebite diyar kir ku divê bi rojeva hilbijartinê erdhej neyê jibîrkirin û banga berdewamiya alîkariyê kir û got ku pêdivî hê jî hene, hêz û hevgirtina mirovan pir bi qîmet e.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr- Gel li bajarên ku piştî erdhejê zirarên mezin dîtin, bi hevgirtinê birînên xwe dikewînin. Li bajarên ku li gorî daxuyaniyên dawî 50 hezar û 399 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan mirov neçarî koçberiyê hatine, ji kêliya ewil ve koordînasyona krîzê li qadan û ekîbên dilxwaz ji bo pêdiviyên welatiyên li bajaran bi cih bînin dixebitin. Tevî ku 2 meh di ser erdhejê re derbas bûn jî lê hê pêdiviyên mexdûrên erdhejê nehatine bicihanîn. Dilxwazên ku ji bo hevgirtinê tên herêmê diyar dikin ku divê rojeva erdhejê bi hilbijartinê neyê paşguhkirin.
Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û komên dilxwaz ên ku ji roja ewil ve çûne qada erdhejê, bi konên hevgirtinê ku li gelek bajaran ava kirine li gel welatiyan cih girtin. Di heman demê de şaredariyên girêdayî HDP'ê yên Silopiya, Çinar, Patnos û Balverenê jî komên xwe şandin herêma erdhejê û xizmet dan welatiyan. Hevgirtina gel û xebatên komên dilxwaz li gelek cihan ji aliyê ekîbên AFAD'ê û polîsan ve hewl tê dayîn ku werin astengkirin.
Astengiyên AFAD’ê û walîtiyan pêşî li xebatên hevgirtinê negirtin
Di roja duyemîn a erdhejê de ji bo depoya ku ji aliyê koordînasyona krîzê ya li Bazarcixê li Mala Cemê hatiye avakirin, qeyûm hat tayînkirin. Koordînasyona ku li hemberî tayînkirina qeyûm dest ji karê xwe berneda, li bajarê kon ku li navçeyê ava kir, tora xwe ya hevgirtinê berdewam dike. Dîsa li konên ku li Hatay û Semsûrê ji aliyê rêxistinên ked û demokrasiyê ve hatine avakirin, bi sedan welatî dimînin. Ekîbên ku ji roja ewil ve li qadan in tevî hemû astengiyên walîtî û polîsan xebatên xwe berdewam dikin. AFAD'a ku di vê pêvajoyê de ne li qadan bû, dest danî ser gelek alîkariyên ku ji navendên koordînasyonê re şandin. Ji alîkariyên ku ji Ewrupayê tên ji aliyê hezên dewletê ya li gumrukê ve şertê 'kaşeya AFAD'ê hat danîn.
Koordînasyonê gel bi tenê nehişt
Jin, xebatkarên tenduristiyê, ciwan û saziyên sivîl ên ku tevî astengiyan jî li qadan xebatên xwe didomînin, 2 meh in mexdûrên erdhejê bi tenê nahêlin. Li bajarên ku birînên wan bi hevgirtinê tên kewandin pêdivî hê jî hene, bi rojeva hilbijartinê re herêma erdhejê hatiye paşguhkirin. Komên dilxwaz ên ji bo hevgirtinê hatin Semsûrê diyar kirin ku divê qada erdhejê neyê jibîrkirin û diyar kirin ku pêdivî bi komên dixwaz heye.
'Divê bi awayekî pergalî xebat dewam bikin'
Endama Weqfa Koçberî û Alîkariya Mirovî ya Amedê Ceylan Palamut diyar kir ku tevî 2 meh derbas bûne jî her dem pêdiviyên nû derdikevin holê û li Semsûrê ji bo hevgirtinê hatiye jî hê gelek pêdiviyên gel nayên bicihanîn. Ceylan Palamut da zanîn ku birînên erdhejê di mehek- du mehan de baş nabin û li bajaran jî tu guhertin çênebûye û wiha got: “Ew cara çaremîn e ez têm li vir, em di hefteya yekemîn a erdhejê de hatin vê derê. Em ji bo di vê pêvajoyê de piştgirî bidin zarokan hatin. Di pêvajoyên hatina xwe ya pêş de, bêguman em bi gihandina pêdiviyên ku bi lêkolînên qadê hatine destnîşankirin hatin. Her cara ku em tên, tê diyarkirin ku pêdiviyên nû hene. Em ê wan belav bikin. Pêdiviyên li vê derê divê bi awayekî pergalî û berdewam bên bicihanîn. Pirsgirêkên ku li vir hene, ne yên ku di mehek an du mehan de biqedin e."
'Rewşa li vê derê baş nîn e’
Ceylan Palamut, diyar kir ku divê bi hilbijartinê re herêmên erdhejê neyên jibîrkirin û wiha got: “Tirkiye dikeve pêvajoyeke hilbijartinê û ji ber vê jî rojev hilbijartin e. Pêwîst e tenê li ser vê yekê ne sekinandin û rewşa sereke neyê jibîrkirin û pêdivî bên bicihanîn. Divê ev rewş wekî ku qet nehatiye jiyîn an jî wekî ku baş bûye xuya neke. Krîz berdewam dike hewce ye piştgirî jî bidome.”
'Pêwîstî bi hêz û alîkariya mirovan heye'
Ceylan Palamut di dawiyê banga mezinkirina hevgirtinê kir û wiha got: “Em dibînin ku li vir dem bi dem ev hevgirtin xurt dibe lê hê jî gelek pêwîstî bi vê yekê heye. Divê mirov bigihîje pêdiviyên xwe yên bingehîn, malzemeyên hîjyenê yên jinan û pêdiviyên xwarinê. Li ser vî esasî mirov hinekî hesas bibe û weke çavkaniya mirovî were qada erdhejê, li vir piştgiriyê bide gelê li vir, ev yek dê gelekî bi nirx be.”