“Divê partî û hikûmet bertek nîşanî hewldanên dagirkeriyê bidin”

Jinên ji çînên cuda yên siyastemedar, hunermend û rewşenbîr û gelek jinên din beşdarî xwepêşandana girseyî ya li bajarê Silêmaniyê bûn û daxwaz ji hikumetê kirin ku dest ji hevkariya dewleta tirk berde.

Silêmanî - Duh êvarê bi hezaran kesî li cadeya Salmî ya bajarê Silêmaniyê meşeke girseyî li dar xistin û dengê xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bilind kirin. Beşa zêde ya girseyê ji jinan pêk dihat. Beşdarên meşê bal kişandin ser dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûr û daxwaz kirin ku rêveberiya Başûr li diji vê desthilatdariyê xwedî helwest be û dengê xwe derbixe. Jinên siyasetmedar ên ku beşdarî meşê bûn ji ajansa me re axivîn.
“Ev êrîşa dagirkeriya dewleta tirk helwdana dagirkeriyê ye”
Parlamentera berê ya Kurdistanê Perwa Elî der barê meşê de wiha got: “Armanca me bi vê meşê rawestandina êrîşên dewleta tirk ên bi armanca dagirkirinê ye. Divê dewleta tirk ji xaka me derbikeve. Êrîşên dewleta tirk, nemardena û tiştê herî nerewa ye, li hemberî Kurd û Kurdistanê. Divê hemû partiyên siyasî hewldana aştiyê bidin û Hikumeta Herêma Kurdistanê aliyê xwe diyar bike ka li gel gelê Kurd e yan ji li gel dijminê Kurdan e. Ev deng, dengê neteweyek e ku hewl dide kiryarên dewleta tirk nîşanî hemû cîhanê bide û bizanibe ku dewleta tirk dewletek dagirker e çav berdeya xaka Başûrê Kurdistanê û gelê hemû mafên gelê Kurd. Gelê Kurd dikare bi yekitiyê pêşî li dagirkeriyê bigre. Ji bo wê divê Kurd li dijî hemû dagirkeriyan xwedî yek helwest bin da ku êdî dagirker hewl nedin xaka me dagir bikin.”
“Dewleta tirk bi aşkerayî dixwaze Kurdistanê dagir bike”
Endama parlamentoya berê ya Yekitiya Niştîmanên Kurdistanê (YNK) Rezwa Mehemed jî got: “Parlamento dikare li hev bicive li ser vê pirsgirêkê çareseriyek ava bike, ji ber ku ev yek çarenûsa gelekî ye lê tevî vê yekê jî hikumet û parlamenter bêdeng in. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze dewleta Osmaniyan zindî bike. Mafê hemwelatiyan heye ku bizanibin desthilatdariya Kurd û Kurdistanê li gel dewleta Tirk li hev kiriye yan na?”
Rezwa di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser nêzikatiyên parlamentoyê li hemberî dayikên laçik spî û wiha domand: “Ew rêgiriya li hemberî wan dayikan cihê pirsyarî û şermê ye gelo mebesta serokê parlementoyê bi vê yekê çi bû. Parlamentoyek ku di dîrokek gelek giran de derbas bûye, çawa dibe ku îro bi vî awayî nêzîkatî nîşan dide. Ev helwest cihê dilgiranî û şermezariyê ye.”