“Divê mirov têkoşînê bide, eger berdêla wê mirin be jî”
Reyhane Cebbarî berî 25’ê Cotmeha 2014’an biçe ber darê sêdarê name ji dayika xwe Şule re dinivîse û dibêje: “Ez ji te fêr bûm ku mirov, ji bo ezmûn girtinê tê dinê û divê fêr bibe. Te ji min re got, ‘Ji bo ku mirov nirxên xwe biparêze, divê mirov têkoşînê bide, eger berdêla wê mirin be jî.’ Berî bimirin daxwaziyek min jî ji te heye… Dixwazim tu biçê salona dadgehê û li wê hêza min diyar bikê. Ji ber ez nikarim vê hêza xwe di nava zindanê de bidim xuya kirin.
Navenda Nûçeyan- Reyhane Cabbarî bi kuştina xebatkarê berê yê istixbarata Îranê Murteza Abdullahî Zarbendî hatibû sucdarkirin ku wê hewil dabû ji bo parastina xwe pêşî li êrişa Zarbendî bigire hat kuştin. Ji ber vê bûyerê cezayê sêdarê lê hat birîn. Ji bo ku Reyhane Cabbarî ji darvekirinê rizgar bibe alternatîfa ku ji aliyê malbata Murteza Abdullahî Zarbandî ve bê efûkirin jî hebû. Tevî qanûna jê re tê gotin qisas, dihat xwestin Reyhane Cabbarî îdîaya xwe ya ji aliyê Zarbenddî ve rastî destdirêjiyê hatî paşde bide û bi vî awayî îtîbara Zarbandî pak bike, digel biryara darvekirinê jî ev dazwazî qebûl nekir û ji malbata Zarbandî efû nexwest û 25’ê Cotmeha 2014’an hat darvekirin.
Nameya li peyî sêdar ji dayika xwe re hêlayî wihaye;
“Xweşewistim Şule
Ez ji te fêr bûm ku mirov, ji bo ezmûn girtinê tê dinê û divê fêr bibe. Ez hîn bûm ku mirov divê hin caran şer bike. Tê bîra min te ji min re digot: ‘Şofêrê wesayitekê nerazîbûn nîşan daye, li hember mêrek ê li min daye, lê ew mêrê hov, li ser û çavê wî xistîye, pişt re bi tesîra vê lêdanê jî mirîye.’ Te ji min re got, ‘Ji bo ku mirov nirxên xwe biparêze, divê mirov têkoşînê bide, eger berdêla wê mirin be jî."
Dema çûm xweningehê ji te fêr bûm ku divê xwedî exlaqêke bilind bim û bi rûyê xêrnexwazî re bisekinim. Tê bîra te çi qasî te zorê da min ji bo lihevkirinê. Ezmûnên te şaş bûn. Dema karesat qewimî pirensîba min nehat hawara min, dema min xistin. Li pêşya dadgehê ez bibûm jineke qatil, sûcdarek ku ti rehmek nîşan nade. Heta dilopeke hêsir ji çavên min nehat xiwar, ez li ber kesekê negerîyam. Ez negirîyam, ji ber bawerîya min bi qanûnê hebû.
Lê bi kuştinekê hatim sûcdar kirin, tû dibînî; min heya niha morikek nekuştîye. Min bi simbilê kêzikan digirt û wan dur davêt, lê di şev û rojekê de ez bûm qatil. Bi rengêke cûda li min dinêrîn û min weke ajelan didîtin. Dozger rastî nedît wê demê neynika min tûj û dirêj bû.
Dema hemû xweşikbûnên bedena min ji destê min çûn
Ez pir geşbîn bûm û ji dozgeran bi hêvîya qanunan bûm. Dozger hiç guh neda destên min ên nazik, negotin ku ev na şibe destê jinek sporvan, welatê ku min hezkirin têde çand ti hezkirineke wê bo min nebû, kesê jî alîkarîya min nekir. Dema ez di bin lêpirsînê de bûm li min xistin û gotinên giran ji min re gotin. Dema hemû xweşikbûnên bedena min ji destê min çûn, porê min tiraş kirin û 11 rojan li odeyeke tenê a lêpirsînê de hatim girtin.
Delama min Şuile
Negirî, dema tû van tiştan bibihîze, li roja min a yekemîn a li qereqola polîs, çawişek bi temen ji ber neynûkên min, ez êşandim, wê demê fêr bûm ku xweşikbûnên mîna ru, fikir, hêvî, çav, nêrîn û deng, yek ji taybetmendîya vê demê nîn e.
Dayika Min Şuile
Felsefeya min hat guhartin, tu jê ne berpirsyarî, peyvên min naqedin, ji bo vê jî min daye destê yekî din, ji bo ku piştî dardekirina min, tu bê û amade bê ji vê yekê re…, Min pir nivîs min ji te re hiştine, ev mîrasa min a ji bo te ye…
Lê berî ez bimirim, dixwazim ji te daxwazîyeke bikim, divê bi hemû derfetên xwe, hewilbidê ku pêkbînî. Ev tekane tişteke ku di vê cihanê de, ji te û ji vî welêtî dixwazim. Dizanim dem dixwaze ji bo amadekirinê, lê min ji bo wê jî wesiyeta xwe ji bo te eşkere kir berî bimirim. Negirî û baş min guhdarî bike… Dixwazim tu biçe salona dadgehê û li wê hêza min diyar bikê.
Ji ber ez nikarim vê hêza xwe di nava zindanê de bidim xuya kirin. Rêvebirîya zindanê, rêya derbazbûnê wê nade. Carekîdinê ez vê daxwaziya xwe dubare dikim, eger li ber vê tiştê bigerê ezê hêrs nebim. Ji ber ku çend caran min ev yek ji te xwestîye ku li ber kesê negere, ji bo rizgarkirina min ji dardakirinê.
Dayika min a xuşewîst, eziza min Şuile, hêjatirin hêmana jîyana minê
Naxwazim bin ax bibim, naxwazim dil û çavên min bikevin bin axê. Li ber wan bigere ji bo ku dil, gurçik, çav û hestiyên min ji bo her kesê ku pêdiviya wan heye were pêşkeşkirin. Naxwazim kes navê min bizanibe, an kulîlkan bîne ser gora min, naxwazim kes jî ji min re dûayan bike. Ji dil, ez ji te re dibêjim naxwazim min bixin gorek ku serdanê min bikin û bigirîn û êşê bikişînin. Naxwazim ji bo min reş li xwekin, rojên giran ên derbasbûne ji bîr bike.
Cîhanê ji me hez nekir, çarenûsê jî dev ji me berneda. Ez niha bi singek fireh ber bi mirinê ve diçim û li ber deriyê xwedê pêsîra dozgeran digirim paşê jî wan bi sûc re rû bi rû dikim û lêpirsînê li wan dikim ku li min xistin û ez tacîzkirim. Li pêşîya xwedê ezê bijîşk û Qasim Şebanî sûcdar bikim. Ji ber ku hemûyan mafê min binpê kirin û zûlm li hemberî min kirin.
Ey xwediya dilê herî baş xuşewista min Şûile. Di dawî de ezê wan bi sûcên wan re rû bi rû bihêlim.
Ez li wir te himbêz dikim
Ez ji te hez dikem
Reyhane”