‘Divê merc werin avakirin û Abdullah Ocalan rola xwe ya aştiyê bilîze’

60 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên girtin, di nameya ku ji Wezareta Dadê û rayedarên dewletê re şandin de, xwestim tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bidawîkirin.

Navenda Nûçeyan- Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 37 meh in didome. Kampanyaya ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hatibû destpêkirin berdewam dike. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên girtin ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve di çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger de bûn. Girtiyan, di 5’ê Nîsanê de biryar girtin ku çalakiya xwe ber bi qonaxeke nû ve bibn. Girtiyan, biryar girt ku dadgehan boykot bikin û dernekevin hevdîtinê, bi telefonan jî neaxivin.

Girtiyên jin name nivîsandin

60 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên girtin di vê çarçoveyê de nameyeke berfireh ji Wezareta Dadê, hikumet û berpirsyarên dewletê re şandin. Di nameyê de hat xwestin ku ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe ya di aştiyê de bilîze divê tecrîd were rakirin, azadiya wî ya fizîkî pêk were û şertên pêwîst werin bicihanîn.

Nameya ku 60 jinan şandiye wiha ye: “Em li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 60 girtiyên jin ên siyasî ne. Berdewamkirina polîtîkayên îşkenceyê û tecrîda girankirî ya li ser pêşengê aştiyê Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, welatê me ber bi kaosê ve dibe.

Heke em bînin bîra xwe; ji bo Ocalan ê pêşengê aştiyê, gelek rojnamevan û siyasetmedarên li Tirkiyeyê axaftinên ku vê mîsyona wî teyîd bikin kirine:

Cîgirê Serokwezîrê demê Beşîr Atalay wiha gotibû; ‘Hûn biecibînin jî neecibînin jî serokê Kurdan Ocalan e.’

Yek ji nivîskarên rojnameya Sabahê Emre Akgoz wiha gotibû; ‘PKK ne rêxistineke terorê ye. Mirov ji rêxistineke ku bi 100 kesan êrişî qereqola sînor kiriye, çekên giran bi kar aniye, ji gel piştgiriyê digire û tevî mirina 30 hezar kesan hebûna xwe didomîne re bê rêxistina terorê tiştekî ku mirov ji behrê re bêje ‘gol’ e. Apo siyasetmedarekî ku weke neteweperwerekî Kurd ji bo bigihîje armanca xwe tundî bi kar aniye ye.’

Rojnamevan Ahmet Altan ji wî re gotibû Mandelayê Kurd e û diyar kiribû ku di meseleya Kurd de navê herî girîng e.

Serşewirmendê serokwezîr Yalçin Akdogan di 21’ê Kanûna 2012’an de wiha gotibû: ‘Ocalan hê jî aktorê herî girîng e.’

Civîna çapemeniyê ya serokwezîr Recep Tayîp Erdogan di 6’ê Çileya 2013’an de li dar xist: ‘Pêvajoya çareseriyê dê bidome.’ (Rojnameya Hurriyetê)

Yalçin Akdogan: ‘Ez difikirim ku Ocalan pêvajoyê ji yên din rastir dixwîne. Dibe ku derfeta televîzyonê û temaşekirina bernameyên nîqaşê rol lîstibe. Li Sûriyeyê li gelek welatan di astên cuda de derbas bû. Ji ber ku bi dehan salan e di nava van karan de ye, nêrîneke wî ya cuda jî heye. Tecrubeya wî ya xwendina bûyeran heye. Eger hûn bala xwe bidinê, peyamên ku ew dide, hesasiyeteke ku ji peyamên kesên din zêdetir li ser pêşeroja pêvajoyê difikire nîşan dide.’

Waliyê Şirnexê yê demê Hasan Îpek, got ku Recep Tayîp Erdogan û Abdullah Ocalan yek in û spasiyên xwe bi riya çapemeniyê pêşkêş kirin. Di 15’ê Sibata 2014’an de di pêşengiya 127 rewşenbîran de li Stenbolê kampanyaya ‘Ji bo avakirina aştî û demokrasiyê ji Ocalan re azadî’ ji raya giştî re hat ragihandin.

Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn wiha gotibû; ‘Dema ku dozgerek derkeve dê hesab bipirse ku ‘hûn çima hewl didin aştiyê bînin Tirkiyeyê? Dê pirsa ‘Hûn çima ji bo rawestandina xwînê û rondikên çavan ên diherikin têdikoşin?’ Heke ev sûc be ez vî sûcî li vir dikim.’

Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay wiha gotibû: ‘Me esas dewlet û saziyên wê bi wê re hevrûkirin. Me bi paşerojê re tiştên di paşêrojê de kirine re hevrûkirin. Me xeletî, neheqî, zilm, qedexe, tirs, fikar, kiryarên nediyar, hemû neyînî careke din raxistin li ber çavan. Hemû pirsgirêkên mezin zor çareser dibin. Kêmasiya navbeynkarên navneteweyî jî bûye pirsgirêkeke girîng lê belê em bi xwebaweriyeke mezin û bi wêrekiyeke mezin pêk tînin.’

Li dijî gefa DAIŞ’ê Turbeya Suleyman Şah bi operasyona hevpar a YPG’ê û artêşa tirk veguhestin qadeke ewletir.

Di pêvajoya muzakereyan a 2013-2015’an de, di encama windakirina dengan a partiya desthilatdariyê ya li dijî HDP’ê de, ku Ocalan destnîşan kir û berxwedana serkeftî ya Kurdan a li dijî DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêvajo ji aliyê hikûmetê ve hat qedandin.

Ji 5’ê nîsana 2015’an heta 11’ê îlona 2016’an ji pêşengê aştiyê -ku hemû rayedarên hikumet û dewletê wî weke Rêberê Gelê Kurd dizanin- agahî nehate wergirtin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (KBMMNY) di rapora xwe de tiştên qewimîn weke ‘wêneyê qiyametê’ bi nav dike.

Muxatab diyar in

Çareseriya pirsgirêkên siyasî -weke ku di cîhanê de tê zanîn- wê bibe partiya bijarte û şandeyên (dewlet) ji aliyê wê ve li aliyekî maseyê hatine wezîfedarkirin. Aliyê dewletê yê pevçûn an jî şer, partiya desthilatdar a wê rojê ye. Muxatabên di vî alî de diyar in.

Ji ber ku pirsgirêka kurd (yanî pirsgirêka ferzkirin û redkirina tirkbûnê) rastiyek e ku ev 100 sal in -û Peymana Lozanê sed saliya xwe temam kiriye- ji aliyê çar dewletên netewe (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye) red kirin, înkar kirin, zimanekî bi tenê gelê kurd ferz kirine û ew asîmîle kirine. Kurdan her tim li dijî vê serî hildane. Silêman Demîrel ji PKK’ê re got serhildana 29’emîn.

Ji bo dawî li vî şer û şerê ku nêzî nîv sedsal e didome bê dayîn divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bê rakirin û muzakere bên destpêkirin

Niha 350 girtiyên nexweş bi awayekî keyfî nayên berdan

Îro 657 girtiyên nexweşên giran bi raporên ATK’ê an ku raporên ‘fermana kuştinê’ heta nefesa xwe ya dawî tên îşkencekirin û darve kirin. Piştî 30 salan jî girtî nayên berdan, niha 350 girtiyên nexweş bi awayekî keyfî nayên berdan. Ev yek cihê şermê ye ku asta sûcên li dijî mirovahiyê derbas kiriye, yanî pêkanîneke şermê ya li dijî exlaqê hiqûqê ye.

‘Daxwazên ‘lezgîn’

Îro li sedan girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî bi grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê ya demildest têdikoşin. Divê ev deng demildest were bihîstin. Weke encam bang li desthilat, Wezareta Dadê û hemû berpirsyaran dikin ku ji bo welatê me meseleyeke lezgîn e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê pêşengê aştiyê ye were bidawîkirin û şertên wî yên ku rola xwe ya aştiyê bilîze pêk werin.”