“Divê Melek İpek azad bibe”
Meclîsa Jinan a HDP'ê banga serbestberdana Melek İpek a ku ji ber neçar maye xwe û zarokên xwe biparêze hatiye girtin kir.
Navenda Nûçeyan-Meclîsa Jinan a HDP'ê der barê Melek İpek de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo nemire mafê xwe yê parastinê bikartîne ji neçarî kuşt. Meclîsê demildest daxwaza berdana Melek İpek kir.
Di daxwiyaniyê de hat destînşan kirin ku her roj, li Tirkiyeyê herî kêm pênc jin ji hêla mêran ve tên qetilkirin, bi sedan jin mîna Melekê, di bin şîdeta mêr de dimînin di sala 2020 de, 300 jin ji hêla mêran ve hatine qetil kirin û wiha domand: “Polîtîkayên ne cezakirinê yên daraza mêr, ne ji bo Melekên mafê xwe diparêzin, ji bo qatîlên jinan û yên ku li hemberî jinan şîdetê kartinin tên bicihanîn.”
Daxuyaniya Meclîsa Jinan a HDP'ê wiha dom kir:
“Dema ku mijar dibe jin ji pêkanîna qanûnan jî dûr dikeve. Em baş zanin ku daraza mêran tenê bi serê xwe van biryaran nagire. Bi tifaqa AKP û MHP'ê polîtîkayên xwe yên dijminantiya jinê bi rêve dibin. Em weke Meclîsa Jinan a HDP; dibêjin Melek İpek, a ku ji ber mafê xwe yê parastinê bikar aniye, divê tavilê were berdan. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo edaleta rast, ne dadmendiya mêr ji bo Melek İpek û hemû jinên ku rastî şîdetê tên têbikoşin. "