‘Divê medya erka xwe ya welatparêziyê bi cih bîne’

Çalakvanên siyasî behsa bandora dagirkeriyê li ser jinan kirin û gotin: “Di dema şeran de jin rastî gelek êrişan tên, medyaya desthilatdariyê li cihê ku rastiyan bişopîne û bigihîjîne cîhanê, berovajî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere.”

HÊLÎN EHMED/NERMÎN EHMED

Silêmanî- Di hemû serdeman de herî zêde ji şeran jin û zarok bi bandor dibin. Piştî dagirkirina xak û ji texrîbata li ser jîngeha navçeyan û samanên navçeyê, di keseyata jinan de dest civakê desteser dikin an jî bi riya amûrkirin û firotina li bazarên şer bazirganiya jinan dikin. Di vî alî de rola medyayê heye dikare van kiryaran nîşanî hemû cîhanê bide lê belê medyaya girêdayî partiyan ji bo nîşandana hêza çeta û şikandina îradeya civakê dixebite. 

 Rojavayê Kurdistanê piştî sala 2012’an rû bi rûyî êriş û dagirkeriyê ma. Jinan ji wê siyaseta ku ji aliyê dagirker û çeteyan hat meşandin zirarên mezin dîtin. Bi revandi, îşkence û destdirêjiyê, xwestin hêza çeteyan mezin bikin. Medyaya girêdayî desthilatdariyê bûye xizmetkarê dagirkeran.

Di şeran de jin û zarok dibin qurbanên yekem

Çalakvana mafên jinan û rojnameger Sazyan Talib Salih behsa rewşa jinan di dema şeran de kir û da zanîn ku li gorî biryara 1325 a Neteweyên Yekbûyî jin di dema şer de û piştî şeran divê werin parastin û wiha got: “Şeran metirsiya tundiya derûnî û canî li ser jinan zêde kiriye. Di hemû cîhanê de behsa tundiya li dijî jinan tê kirin. Ji berê ve jinên herêma Kurdistan û Iraqê ji şer ziyanê dibînin. Her wiha ji ber êrişên DAIŞ’ê gelek jin rastî qetilkirin, destdirêjî û girtinê hatin û hê jî tên. Hilgirên fikir û baweriya DAIŞ’ê di bin navê îslamê de jinan weke amûr desteser dikin. Di dema desteserkirinê de jin rastî destdirêjiyê tên li bazaran tên firotin. Civaka Rojhilat heta niha kar li ser hêza mêr dike. Heta niha jî namûsa jinan weke namûsa xwe dibîne. Di asta duyem de li jinan mêze dike. Ji ber wê jin di şeran de dibin qurbaniyên yekem. Di dema şeran de çekdar destdirêjiyê li jinan dikin, destdirêjiya li ser jinan destdirêjiya li ser nîştimaniyê ye. Di encama şeran de tenê bi dagirkirina xak û wêrankirina jîngehê namînin, wekî me dît darên zeytûnên li gund û navçeyên Kurdên Rojavayê Kurdistan dibirin. Bi heman awayî bi aqilê mêrsalarî jinan dîl digrin.”

Hinek saziyên medyaya Kurdistanê bi awayekî şermok bûyeran dişopînin

Çavdêra siyasî Hawjîn Şehîd Fexredîn jî li ser mijarê wiha got: “Mixabin heta niha medyaya Kurd roleke lawaz di şopandina vê jenosîdê de dilîze. Gelek saziyên medyayê yên girêdayî desthilatdariyê rastiyan li gorî desthilatdariyê berovajî dikin. Di çend rojên borî de me dît rêgirî li vegera koçberên Efrînê dikirin, nedihiştin vegerin navçeyên Kurdan. Ez bi xwe weke şermek dibînim ku destên Kurdek di jenosîda Kurdek din de hebe. Niha erka me parastina hev e û heta niha min hewldanek parçebûna vê kirdeyê di nava medyayê de nedîtiye. Medya weke desthilatdariya çarem di cîhanê de ye û çavên hemwelatiyan e. Divê çavên wan li ser vê jenosîdê û dagirkeriya ku li ser xaka me tê kirin be. Divê li Başûrê Kurdistanê li navçeyên Dihok û Amediyê çawa leşkerên dewleta Tirk tên nava navçe û baregehan lê çêdikin, medyayên din ên başûrê Kurdistanê van rastiyan weke heyî nîşan nadin. Ji ber vê divê li ser rewşa niha ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistan deng bilind bibe.”