‘Divê li herêmên erdhejê xebateke xurt a psîkososyal bê meşandin'

Civaknas Bêrîvan Matyar, bal kişand ser zêdebûna mirina bi guman li herêmên erdhejê ku travmaya civakî lê çêbûye û destnîşan kir ku divê li bajaran xebateke xurt ji bo piştgiriya psîkolososyal bê meşandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li ser erdhejên 6'ê Sibatê yên navende wan Mereş bû 5 meh derbas bûn. Tevî ku dema derbas bûye jî li bajaran pirsgirêkên stargeh û pêdiviyên bingehîn berdewam dikin, travmayên ji er vÊ karesata mezin jî roj bi roj diyar dibin. Piştî erdheja Semsûrê ku li gorî daneyên fermî 12 hezar li gorî yên ne fermî jî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, bûyerên mirina 8 kesên bi awayekî bi guman qiwimîn. Ji bilî koçberiyên piştî erdhejê hatin jiyîn, welatiyên li bajarên kon û konteyniran dijîn têkoşîna jiyanê didomînin.

Koordînatora Qadê ya Komeleya Piştevaniya Rewşa Jinan (DAKAH-DER) û civaknas Bêrîvan Matyar ku der barê travmaya gel li herêma erdhejê jiyaye û riyên çareseriyê de axivî, diyar kir ku hem rêxistinên sivîl û hem jî saziyên navneteweyî divê li qadê xebateke bi bandor bikin. Bêrîvan Matyar, anî ziman ku mexdûrên erdhejê cara ewil nikarin ji bin travmaya mezin rabin û da zanîn ku rewşa travmatîk a civakê wê demeke dirêj berdewam bike.

'Pêdivî hê jî nehatine bicihanîn'

Bêrîvan Matyar a ku 2 meh in li bajarê erdhejê, li Semsûrê dixebite û bi jinan re hevdîtinan dike,  wiha behsa çavderiyên xwe yên ewil dike: “Dema ku ez nû hatim vir, hin krîzên roja ewil hatin jiyîn, hatibûn çareserkirin. Ev bajar bi temamî hilweşiyaye. Dema ez hatim vê derê û min rastiya erdhejê di cihê wê de dît, ji bo min rewşeke pir giran bû. Ev du meh in li vir bi jinan re dixebitim û bi wan re têkilî datînim. Di ser erdhejê re 5 meh derbas bûn lê hê jî pêwîstiyên bicihbûnê û yên civakî nehatine misogerkirin. Gel di kon û konteyniran de dimîne lewma şert û mercên wan li gorî jiyana wan a beriya erdhejê pir xirab e.”

'Bar li ser milên jinan e'

Bêrîvan Matyar, diyar kir ku piştî erdhejê hem di warê jiyanê de hem jî di warê derûnî de her dem bar li ser milên jinan maye û wiha got: “Zehmetî û barê bicihbûnê herî zêde li ser milên jinan e. Hemû kar û barên di hundirê konê de li ser milên jinan e. Beriya erdhejê jî ev wisa bû lê niha ev yek pir eşkere ye. Jin nikarin ji konê derkevin û biçin cihekî din. Dîsa di hundirê konê yan jî konteynirê de ewlehiya jinan tune ye."

'Tiştên ku hatin jiyîn di civakê de travmayeke mezin çêkirin’

Bêrîvan Matyar diyar kir ku erdhej û xemsariya piştî wê hem ji aliyê civakî ve hem jî ji aliyê derûnî ve bû sedema qeyranek mezin û da zanîn ku zêdebûna hejmara mirina bi guman jî bi vê qeyranê ve girêdayî ye. Bêrîvan Matyar axaftina xwe wiha domand: “Erdheja ku li vê derê bû sedema qeyranek mezin a civakî û derûnî. Ji vê qeyranên bi girani jin bş bandor bûn. Li vir her malbatek windahiyek heye û ji hinek malbatan em dibînin ku tenê kesek maye. Hem ev windahî û hem jî berpirsyariya piştî erdhejê travmayek pir giran afirand. Gel dixwaze li qadeke bi ewle li malên xwe yên beriya erdhejê bijî. Nediyariya heyî vê travmayê girantir dike.”

‘Pêdiviya jinan û civakê bi piştgiriyê heye'

Bêrîvan Matyar, da zanîn qeyran demeke dirêj e belav bûye û ji bo ku bi zirara herî kêm bê derbaskirin divê li qadê xebat bên zêdekirin û wiha got: “Li bajêr gelek kêm rêxistinên sivîl û komeleyên piştgiriyê bidin mirovan hene. Yên ku hene jî mexdûrên erdhejê ne. Di vê wateyê de hem ji jinan re hem jî ji civakê re divê piştgiriyek cidî ya psîkososyal bê dayîn. Em wek DAKAH-DER’ê dixwazin ji mexdûrên erdhejê re piştgiriya derûnî bikin lê jin vê yekê bi hêsanî qebûl nakin. Ji ber ku gelek kes xweziya xwe bi erdhejê jî tînin lewre travmaya piştî wê jê girantir e. Lê ev erdhej û xisarên ku pê re hatin jiyîn qet ne tiştekî hêsan e."

‘Divê hem ji bo pêşketina civakî û hem jî derûnî xebatên li qadan bên meşandin’

Bêrîvan Matyar, bal kişand ku di nava vê dema derbasbûyî de hejmara dilxwaz û rêxistinên sivîl ên li qadê kêm bûye, destnîşan kir ku tesbîtên herî baş di vê qonaxê de hatine kirin. Bêrîvan Matyar bi gotina "Em hevgirtinê li qadan zêde bikin" bang li saziyên sivîl û komeleyên alîkariya mirovî kir û herî dawî van tiştan anî ziman: "Di destpêka erdhejê de li vir gelek rêxistinên dilxwaz û kedkar hebûn. Lê bi rojeva hilbijartinê û derbasbûna demê re ev bi giranî kêm bû. Ev pêvajoya piştevaniyê ji nişka ve bi dawî bû. Di karesatên wiha de divê rêxistinên mirovî bi her awayî li qadan bin. Pêwîst e mirov bêyî ku mirovan bitirsîne nêz bibe û hem ji aliyê mirovî, hem ji aliyê civakî û hem jî ji aliyê derûnî ve piştgiriyê bide wan. Windakirina hezkiriyên xwe û derûniya 'ez çima dijîm' mirovan ber bi xwekujiyê ve dibe. Di vê kêliyê de pêwîst e em bi sebir li cem gel bin û bi hev re bin. Di van demên xirab de, pêwîst e mirov li herêmê be û tesbît bike. Divê li herêma erdhejê hevgirtin bê zêdekirin û xebat bidomin.”