Divê li heremên erdhejê li hemberî jehrîbûnê tedbîr bên girtin

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) der barê jehrîbûna karbonmonoksît û qirêjiya avhewayê ya li heremên erdhejê hişyarî da û bal kişand li ser pêşgiriyên ku bê kirin.

Navenda Nûçeyan – Bandora erdhejên ku 6’ê Sibatê li Mereşê rû da û li 10 bajaran bû sedema hilweşînan hê didome. Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) bi agahiyên ku herî dawî parvekir, der barê jehrîbûna karbonmonoksît û qirêjiya avhewayê de hişyarî da. TTB got, “Li herema ku ji xwe beriya erdhejê jî qirêjiya avhewayê lê hebû, piştî erdhejê him ji ber xebatên rakirina kavilan him jî ji ber ji heremê re nedayîna kerabe û xaza xwezayî şewitandina êzing û komir qirêjiya avhewayê zêdetir dike.”

TTB di serî de nexweşiyên henase girtin û dil, ji bo kêmkirina qirêjiya avhewayê ku dê bibe sedema gelek pirsgirêkên tendûristî pêşgiriyên ku divê rayedar pêk bînin wiha rêz kir:

“*Divê bi lezgînî ji bo bajarên konan kerabe bê dayîn û bi taybetî pirsgirêkên germkirinê yên cihên girtî bi amûr3en bi kerabe bê çareserkirin.

*Xebatên rakirina kavilan divê piştî şilkirina  kavilan bê kirin. Bi vê awayê mirov dikare bi astekê girîng toza li hewayê kêm bike.

*Li noqteyên ku hewaya qirêj di bin bandorê de ne, li gorî şert û mercên meteorolojîk ên herêman divê bajarên kon û cihên din ên demkî bên avakirin.

*Jehrîbûna karbonmonoksîtê; Ew di encama şewitandina sotemeniyên karbonê yên wekî dar, komir, gaza xwezayî, kerosîn, gaza şûşê de li hawîrdorên girtî yên ku ji bo germkirinê an mebestên din hewaya nebaş heye pêk tê.

*Ji ber ku gaza karbonmonoksîtê gazeke bê reng, bê bîhn û bêhêz e, jehrî nayê dîtin.

*Nîşaneyên yekem ên jehrîbûna karbonmonoksîtê serêş, qelsî, gêjbûn-vereşîn, êşa zik, xewbûn, gêjbûn û reşbûn in.

*Ji bo jehrîbûna karbonmonoksîtê çênebe divê kon bi sobeyên elektrîkê bên germkirin.

*Ger elektrîk û sobeyên ceyranê neyên dabînkirin, divê sobe bi dûxanê bi der ve bên girêdan. Pêdivî ye ku lûleyên sobeyê bêyî ku kulmên zêde bikar bînin bi derve ve werin girêdan. Divê kelûpelên dûxanê yên ku li gor rayeya bayê rêyê diguherînin li devê çîmanan bên danîn.

*Ger gumana jehrîbûna karbonmonoksîtê hebe divê hemû kesên di kon de bibin hewaya vekirî û personelên tenduristiyê yên herî nêz bên agahdarkirin.

*Li bajarê kon 2 xebatkarên tenduristiyê ji gaza karbonmonoksîtê jehrî bûn.”

Du xebatkarên tenduristiyê jehrî bûn

TTB'ê di 16'ê Sibatê (duh) de jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiribû ku li konê ku li qada sûka Yenîmahalle ya Adiyemanê hatiye vedan, 2 xebatkarên tenduristiyê bi gaza karbonmonoksîtê jehrî bûne.