“Divê li hemberî dagirkeriyê em hemû yek bin”

Parlamentera Iraqê Bilêse Cebar Ferman diyar kir hewceye li hemberî dagirkeriya tê kirin bibin yek û got: “Ev destdirêjiyek li ser hemû Îraqê ye ne tenê li ser Herêma Başûrê Kurdistanê. Hewceye weke Herêma Kurdistanê em li dijî desdirêjiya ser axa xwe yek û xwedî helwest bin.”

Silêmanî – Duh di saetên êvarê de li bajarê Silêmaniyê meşek girseyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê hat li darxistin. Meşa ji aliyê 10 partî û rêxistinên sivîl ve hatî rêxistin kirin gelek  kesayetên serbixwe, rojnamevan û çalakvan jî beşdar bûn û helwesta xwe ya li hemberî dagirkerî û talana xwezaya herêmê nîşan dan. Ji kesayetên tevlî meşê bûn Parlamentera Iraqê Bilêse Cebar Ferman ji ajansa me re axivî û diyar kir ku deshilata Başûrê Kurdistanê nikare herêmê bi rê ve bibe, niha ji ber qalê deshilata heyî êrîş û dagirkerî tê kirin.
“Ev destdirêjiyek li ser hemû Îraqê ye”
Parlamentera Iraqê Bilêse Cebar Ferman, girêdayî dagirkeriya ser axa Başûrê Kurdistanê her diçe berfireh dibe got: “Li hemberî dagirkeriya ser axa me her çî çalakiyên bên kirin ezê di rêzên pêş de cîh bigirim. Ev destdirêjiyek li ser hemû Îraqê ye ne tenê li ser Herêma Başûrê Kurdistanê. Hewceye weke Herêma Kurdistanê em li dijî desdirêjiya ser axa xwe yek û xwedî helwest bin. Pirsgirêkên Îraqê gelek zedene, li hesabê wan nayê Herêma Başûrê Kurdistanê biquwetbe, kêfa wan tê pirsgirêk li Herêmê hebe. Deshilata heyî nikare Herêma Başûrê Kurdistanê birê ve bibe û ji ber aqilê deshilata heyî em nikarin li pêş dagirkeriya heyî bisekinin.” 
Dagirkerî li ser çiya û daristanên me tê kirin”
Zuhre Kerîm, jî dest nîşan kir ku êrîş li ser çiya û daristanên wan heye divê li hemberî êrîşan kes bêdeng nemîne û wiha dom kir: “em palpiştê gerilayên Kurdistanê yên li dijî dagirkeran şer dikin e. Tirkê dagirker ne tenê li dijî gerilaya ye, ew li dijî hemû çiya, kevir û darên Kurdistanê ne. Em ji bo piştevaniya gerila û yekgirtina her çar aliyê Kurdistanê li vê derê ne.”
“Îro kesek xwedî helwest ji sed kesên razayî û bêdeng çêtire”
Çiro Şiwanî, jî bibîr xist ku roj bi roj dagirkerî li ber çavê wan tê kirin û wiha pêde çu: “Em li dijî dagirkeriya roj bi roj li ber çavê me axa me dagir dike li vê derê kom bûne. Li gel rijandina xwîna zarokên me, êdî li seranserî welatê me xwezayê jî talan dike, bi saya serê deshilatê vê dike; mixabin deshilata xumalî, ne deshilatek biyanî. Em li vêderê ji deshilatê re dibêjin ger ew bêdenge, ew miletê ew aniye ser deshilatê bêdeng nabe. Ev bêdengiya heyî nayê penjirandin, îro nebe sibê divê bersivê bide tiştên dibe. Bêdengî çî sudê xwe heye? Weke gotinek me Kurdan heye dibêje; ‘karek neke ku paşê lê peşêman bibê.’ Kesek xwedî helwest ji sed kesên razayî û bêdeng baştire.”