'Divê li Filistînê li dijî her cure tundiyê têkoşîneke bi bandor bê meşandin'
Li Filistînê jin cureyên cuda yên tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî dijîn, Lêkolîner Hind Ebû Najîla û Aktîvîst Thuraya Ebû Zuhrî bal kişandin ku divê bi kampanyayan têkoşîna li dijî tundiyê bi bandor werin meşandin.
RAFIF ESLEEM
Xeza – Jinên Filistînî rastî cureyên cudayên tundiyê tên, bi taybetî di rewşên tacîzên zayendî û şantajên de bi gelemperî ji ber tirsa zextên civakî bêdeng dimînin.
Lêkolîner Hind Ebû Najîla da zanîn li dijî jinan cudakariya zayendî ya civakî tê jiyîn û wiha got: “Li dijî tundiya zayendî ya civakî ku bi salên direjê tê jiyîn, di gelek qadên navneteweyî û herêmî têkoşîn hatin dayîn. Tevî vê yekê jî tundî bi şêwazên cuda pêşket.”
'Pozîsyonên biryargirtinê di tekela de ne'
Hind Ebû Najîla bal kişand ser tundiya ku jin û zarokên di nava komên biçûk de rastî tên û wiha axivî: “Tundiya li dijî jinan li hemû qadan tê jiyîn. Dema em li daneyan dinêrin dibînin ku bi qeyrana aborî re tundiya heyî hîn zêdetir dibe. Jin nikarin di civakê de bibin xwedî statu, li dijî vê astengî hene. Dûrxistina jinan ji pozîsyonên rêveberiyê jî dibe sedem ku di têkoşîna li dijî tundiyê de nekêmbûn were jiyîn. Em dibînin ku pozîsyonên biryardanê di tekela mêran de ne û ev yek rewşê hin xirabtir dike.”
‘Divê bernameyên hay jê hebûnê bên avakirin’
Hind Ebû Najîla, dest nîşan kir ku jinên rastî tundiyê tên bi gelemperî bêdeng dimînin û wiha axivî: “Di rewşa tundiyê de jin gilî kirine red dikin. Dema rewş wiha dibe, tacîz û êrişên zayendî û tundiya bingeha zayendî ya civakî zêde dibe. Dema gilî nayê kirin jî kiryar ji vê rewşa heyî cesaret digrin. Jin difikirin ku bêdenbûyin rêyek hin hesane. Dibe ku jin ne tenê li malên xwe, dezgehên hikûmetê û saziyên taybet jî di nav de li gelek qadan bi tundiyê re rû bi rû bimînin. Divê em kiryarên tundiyê eşkere bikin û bernameya hay jê hebûnêk civakî avabikin. Divê jinan kiryaran ji rayedaran berpirsyare gilî bikin.”
'Berdala tundiyê jin didin’
Çalakvan Thuraya Ebû Zuhrî jî destnîşan kir ku ji bo "rûbirûbûna tundiyê" kampanyayên cuda hatine pêkanîn. Thuraya Ebû Zuhrî diyar kir ku berdela tundiua zayendî ya civakî jin didin û wiha got: “Bêdengiya jinan a li hemberê tundiyê dibe sedem ku sûc hîn zêdetir bibin. Jinên ku naxwazin ji ber qeyrana aborî karê xwe wenda bikin, tercîh dikin ku li hemberî tacîza devkî û fîzîkî bêdeng bimînin. Her wiha di dezgehên fermî de jî gendeliya bingeha zayendî tê jiyîn. Jin dema fatûreyan didin, hinek evrakan sererast dikin an jî dema bêhemdî karûbarên xwe temam dikin û karûbarên fermiyên awertê pêktînin bi gendeliyê re rû bi rû bimînin. Jin dikarin gilî bikin û ev mafê wan e.
'Divê ji bo jinan hawridorek bi ewle were avakirin'
Thuraya Ebû Zuhrî destnîşan kir ku divê kampanyayên haj jê hebûnê yên ji bo jinên ku di jiyana xebatê de cih digrin an jî nagrin de bi awayekî xurt li qadan bên domandin û herî dawî der barê xebatên xwe de ev agahî parve kir: Ji bo jinan misogerkirina jîngeheke ewle, mafên wan biewle kirin û naskirina mafên wan yên qanûnî xebat bên kirin. Dema jin di jiyana kar de ji aliyê hevpîşeyên xwe yên mêr ve rastî tundiya devkî tên, divê vê yekê wek tacîzek pênase bike û gilî li cihên berpirsyar bike. Divê jin di vê mijarê de bên hişmendî kirin. Zêdekirina kampanyayên dîjîtal û meşandina xebatên haj jê hebûnê girîng e. Divê jin di mijara gilîkirina curê tundiyê de serî li kuderê bidin bên hişmendî kirin. Dema jin di vê wateyê de gilî dikin, divê daneyên biryarê re zext bê kirin û rayedarên dewletê jî proseduran bi cih bînin.”