“Divê li dijî siyaseta PDK’ê helwest were nîşandan”
Komek ji çalakvan û rojnamevanan kampanya îmzayan ji bo berdana endamên RJAK’ê dabûn destpêkirin dan diyarkirin ku her sê jinên endamên RJAK’ê bêyiku tu belge û sucek wan hebin hatine girtin.
TERZE TEHA
Navenda Nuçeyan - Komek ji jinên çalakvan, rojnamevan û kesên azadîxwaz bi daxuyaniyekê kampanya imzayan dan destpêkirin û di vê kampanyayê de daxwaza berdana sê jinên endamên RJAK’ê kirin. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tên, dema ji Şengalê vedigeriyan di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin. Ev nêzî 13 rojane aqûbeta rêveber û endamên RJAK’ê nediyare.
Parêzer û endama kampanyayê Çirû Hisên bi bîr xist ku girtina endamên RJAK’ê ne li gora yasayane û wiha got: “Qet sedemek û madeyek yasayî li ber destê wan nîne van jinan bigirin. Ev jinane bê sedem hatine girtin. Hersê jin jî endamên rêxistinekî fermî ne. Heta niha jî nayê zanîn ka evane ji ber çî hatine girtin.”
“PDK dijminiya jinan dike”
Rojnamevan û çalakvan mafê jinan Bêrîvan Mehemed a tevlî kampanyayê bû jî girtina sê jinên siyasetmendarên endamên RJAK’ê şermezar kir û got: “Li tu cihan tiştek wisan nîne ku jin ji bo piştgirîdayina jinên Êzidî biçe Şengalê û ji aliyê hêzên desthilat ve were girtin. Divê ewên ku ew jin girtine bi xwe werin girtin. Hewceye hemû hemwelatî li hemberî vê rewşê xwedî helwest bin. Ger helwestên xwe diyar nekin wê desdirêjiya PDK’ê li ser jinên çalakvan berfireh bibe. Partiyên din jî çavê xwe li kiryarên PDK digrin. Divê em wana jî neçarî helwest nîşandanê bikin. PDK siyasetekê li dijî jinan bi rêve dibe. Eve berbi çave ku PDK hêzek li dijî jinê ye. Aqlê desthilatxwaz bi cih dike. Jinên Başûrê Kurdistanê ger hevdû bigrin û bibin yek wê sînorek li dijî vê sîstema jinan danin.”