'Divê li dijî karkeriya zarokan nexşerêyek bê çêkirin'

Derûnnas Rula El-Taleb diyar kir ku divê tedbîrên lezgîn li dijî karkirina zarokan li Idlibê bên girtin û got: "Divê bi xurtkirina xebatên gerdûnî û herêmî ji bo ji holê rakirina karkirina zarokan, nexşerêyek bê çêkirin."

HEDEEL El-OMAR

Idlib – Li gorî rapora sala 2021’an ya Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) û UNICEF; Bi tevahî 160 mîlyon zarok li seranserê cîhanê wek karker dixebitin, 63 mîlyon ji wan keç û 97 mîlyon jî kur in. Ji van zarokan 79 mîlyon di karên xeternak de dixebitin ku bandorê li tenduristî û pêşveçûna wan dike.

Karkirina zarokan di zêdetirî deh salên piştî şerê Sûriyê de her ku diçe zêde dibe. Gelek zarok di karên xeternak de dixebitin. Malbatên ku di kampan de dimînin ji ber ku şert û mercên aborî xerabtir dibin destûrê didin zarokên xwe bixebitin. Piraniya zarokên karker neçar dimînin ku perwerdehiya xwe nêvî de bihêlin.

Di 14 saliya xwe de dema dixebite jiyana xwe ji dest dide

Ebdulreûf El-Naqo yê 14 salî ku li bajarê El Bab ê rojhilatê Helebê li ser makîneya tûjkirina alumînyûm dixebitî, di 22’ê Kanûna 2023’an de di encama qezayeke trajîk de jiyana xwe ji dest da. Hevalê nêzîk yê Abdul Raouf Al-Naqo, Ayham El-Burhan ê 13 salî jî wiha got: “Abdul Raouf Al-Naqo piştî mirina bavê xwe ji ber ku di nava xwişk û birayên xwe de yê herî mezin bû ji bo debara dayika xwe û 5 xwişk û birayên xwe bike dixebitî. Ji ber ku ji xwe re karekî guncav peyda nedikir, di fabrîqeya alumînyûmê de rojane bi 30 lîreyî dixebitî.

‘Min pir bêriya listokan kiriye’

Ji zarêkê 8 salî Salim Al-Jawarhi jî  dem adi nav çopê de tiştek teqiya linge xwe winda dike. Salim Al-Jawarhi ê ku bi vê qazê re jiyana wî ya xebatê jî qediya aniha heviya bi lingek protez ku ji bo alîkariya meşa wî bike dike. Salim El-Cewarhî yê ku bi malbata xwe re di kampê de dijî, diyar kir ku ew neçar man bi malbata xwe re koçber bibin ji ber ku mala wan a li gundewarê Hemayê yê Idlibê ji aliyê hikûmeta Şamê ve hat hedefgirtin.

Salim El-Cewarhî anî ziman ku piştî lingekî xwe ji dest da bêriya meş, lîstina bi hevalên xwe re û jiyana xwe ya asayî kiriye û anî ziman ku ji ber birîna xwe nexweşiyên derûnî dijî.

'Divê şert û mercên jiyanê bên başkirin'

Derûnnas û şêwirmenda civakî Rula El-Taleb amaje bi wê yekê kir ku divê bi lezgîn li dijî karkirina zarokan tedbîr bên girtin û got: “Divê bi xurtkirina xebatên cîhanî û herêmî ji bo ji holê rakirina karkirina zarokan nexşerêyek bê çêkirin. Divê rêbazên hişyarî û parastina civakî bên aktîfkirin. Divê ji malbatan re derfetên kar ên li gorî rûmeta mirovî bên peydakirin.”

Rula El-Taleb bal kişand ser wê yekê ku karkirina zarokan dibe sedema gelek astengiyên laşî û heta mirinê jî û wiha dawî kir "Ez bang li rêxistinên sivîl dikim ku ji bo baştirkirina rewşa jiyanê ya zarokên ku di pîşeyên metirsîdar de dixebitin bernameyan çêbikin. Divê em alîkariya zarokan bikin ku ji bo bigihîjin jiyanek ewle.”