Divê ku medya Filistînê li ser mijarên jinan baş bisekine

Divê ku çapemeniya Filistinê cihek ber bi çav bide rol û mîsyona jinan lê belê di nûçeyên ku di çapemendiyê de tên weşandin de rola jinan kêm tê dîtin û rê nayê dayîn ku jin der barê mijarek de fikrên xwe azad bîne ziman.

 
REFÎF ISLÎM
Xeza - Navenda Çandî ya Meryemê rûniştina diyalogê ya bi navê “Mijûlbûna çapemeniya Filistînê bi dozên Jinan re” organîze kir da ku wêneyên jinên Filistînê yên heyî bi riya medyayê werin nîqaşkirin û ya ku ji van malperên civakî tê xwestin ew e ku şopandinek li gorî rewşa jinên Filistînê were kirin.  
Rêvebera Navenda Çandî ya Meryemê Heba Skaik di rûniştina diyalogê ya ku di 12’ê îlonê de pêk hat de got ku rûniştin ji bo nîqaşkirina wêneyê jinan di medyaya Filistînî de pêk hatiye û destnîşan kir ku ew bi çend pêşniyaran derketiye û ya herî girîng ew e ku divê jin zêdetir di rojeva medyayê de werin dîtin. Divê şopandin neyê qalibgirtin û ew rastiya jinên Filistînê ya mîlîtanî were bilindkirin. Rola dayik û serkeftinên wan werin gotin, balê bikşîne ser hebûna wan a daîmî û mijarên ku jinan bi hevparên wan ên mêr re tînin ba hev nîqaş bike bi rêya damezrandina navendek bilind ji bo jinên rojnamevan pêwîst e.
“Di weşanê de mafê jinan bi qasî yê mêran heye”
Rojnamevan Sherine Khalifa bal kişand ku mêvandarî yan jî beşdariya jinan di medyaya herêmî de gelek caran lawaz e, ji ber vê yekê jin wekî mexdûr tên hinardekirin û wiha got: “Şert û mercên ku piştî sala 2020’an çêbûn ev wêne bi zêdebûna şîdeta li dijî jinan li Xezayê geş kiriye. Hin ji wan wekî mijarek hatine senifandin ku wek mijarek girêdayî malbatê ye û mafê tu kesî nîn e ku li ser wan binivîsîne û biaxive. Jixwe dema mijarên civakî tên vegotin jî ji jinan zêdetir bal li ser mêran e. Gelek modelên jinan ên serkeftî hene ku dikarin nêrîna xwe di warên siyasî, aborî, civakî û psîkolojîk de bêjin. Lê weşana medyayê yekser dikeve destên mêran, bi hinceta ku wan jin nedîtine der barê dozê de biaxivin, an jî şert û mercên jinan nahêlin ku ew di dema hevpeyvînên medya TV û çapameniyê de xuya bibin. Divê ev hemû binketin bi rêya medyayê werin sekinandin da ku jinan bi hêz bike û mafê wan ê weşanê mîna mêran bide wan.”
“Ji bo sererastkirinê pêdivî bi sekinandinê heye”
Rojnamevan Rasha Ferhat dibêje: “Medyaya civakî cihekî mezin da jinan da ku destkeftiyên xwe bizanibin û xwe bidin naskirin û her wiha van navgînan ji bo diyarkirina meylên xwe yên siyasî bi kar bînin ku ev yek wekî celebek beşdarbûna siyasî tê hesibandin. Ji aliyê din ve, hin kesan ev malper bi neyînî bi kar anîne û rûpelên xwe ji bo reklaman kirine navgînek. Wekî ku hin kesayetî û pargîdanî jinên bedew ji bo reklamkirina projeyên xwe wekî amûrek bi kar tînin û ev mijar ji bo sererastkirinê pêdivî bi sekinandinê heye.”
“Wezareta Jinan di hemû rewşan de pirsgirêkên jinan ronî dike”
Berpirsyara pêwendî û xebatan a Wezareta Jinan Noha Awad ev yek bi bîrxist: “Medya bi pirsgirêkên jinan ên ku ji ber faktorên di civakê de tên xuyakirin derdikeve holê re, mijûl dibe lê ew nêrînek berfireh û stratejîk di veguheztina pirsgirêk û fikarên jinan de nîn e. Ji ber ku ew mîna yek pergalek bêkêmasî tevlihev dibin. Jixwe Wezareta Jinan di hemû rewşan de pirsgirêkên jinan ronî dike, ji ber ku ew wezaretek e ku lênihêrîna wan dike û dişopîne û her wiha rola wan a geş di civakê de ronî dike.”
“Tu kes nikare girîngiya rola hilberandina jinan di nav malbatê de înkar bike”
Rojnamevan Magda Belbeisi jî ev yek diyar kir: “Medya hawirdora civakî û çandî ya jinan nîşan dide lê hebûna wan li navendên biryargirtinê bi rêjeya ji sedî 20 têrê nake û nûnertiya wan di sendîkayan de hebûna rastîn a jinan nîşan nade. Tu kes nikare girîngiya rola hilberandina jinan di nav malbatê de înkar bike. Lê belê îro medya hewceyê mijarên girîngtir e ku bi materyalên ew çêdikin ronî bike, nemaze jinên astengdar. Ne hewce ye ku em li hejmara materyalên ji hêla medyayê ve tên hilberandin binêrîn lê divê hûn li bandora ku van materyalan ji raya giştî re çêkirine, nemaze di civakên Ereban de di ronahiya derketina medya dîjîtal û guherînên ku pêk anîne binêrîn. Dozên jinan divê neçin saziyek femînîst ku qala destkeftiyên xwe bike lê divê hemû saziyên ragihandinê wê bigrin û cihê pêwîst bidin wê.”