"Divê kêliyên jiyana me hemû bi perwerdeyan derbas bibin"
Tevgera Xwendekarên Demokrat û Tevgera ciwanên şoreşger ên Sûriyeyê kampeke havînê ji xwendekar û ciwanan re li bendava azadiyê ya li rex çemê Firatê, vekirin.
DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Ji bo guhertin û veguhertin di kesayeta mirovan de bê çêkirin, pêwîstiya mirovan bi perwerdeyan heye. Di van deman de şerê heyî yê ku tê kirin herî zêde ciwanan ji xwe re dike armanc û li ser pêşeroja wan dewlet projeyên xwe çêdikin. Her sal kampên havînê ji ciwanan re tên vekirin, di 28'ê Tîrmehê de kampek ji bo ciwanên Herêma Firatê hat vekirin. Di kampê de 13'e ciwan hene ji wan 5 jin û 8 xort in û dê heya 15 rojan bidome. Cihê kampê li bendava azadiyê, li rex çemê Firatê ye. Xwendekar dema xwe bi xwendina pirtûkan derbas dikin û lîstikan bi hev re dilîzin. Bernameya kampê di aliyê pêşbirkan de wiha ye: Kişandina, mendîl, kela, zanyarî. Di aliyê çand û hunerê de şano, wêne, konser, folklor. Di aliyê sporê de biskelêt, voleybol, pingpong, avjenî her wiha Hesp, suprîz, berhemên destan, wê bên lidarxistin. Li rex vê jî waneyên welatparêzî, uslub, Exlaq, hevaltî, rexne û rexnedayîn ji ciwanan re wê bên dayîn. Serê sibehê roj baş tê kirin, paşê taşte tê xwarin û heye nîvroyê ders tên dayîn, piştî wê lîstik tên lîstin.
Têkildarî mijarê ciwanên ku beşdarî perwerdeyê bûne kêfxweşî û nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.
“Perwerde xwenaskirin e”
Ciwana bi navê Rindê Şîhan der barê kampê de wiha got: "Ji bo ku ez xwe nas bikim, ez derbasî perwerdeyê bûme. Li vir rihê hevaltî, welatparêzî, uslub û exlaq pir li pêş e. Mirov çiqas perwerde bibe ewqas baş e, ji ber ku her em derbasî perwerdeyekê dibin em agahiyên nû hîn dibin û hîna bêhtir wateya jiyanê nas dikin. Jixwe dijminên me dixwazin me tune bikin, bi taybetî dixwazin rêxistinkirina ciwanan hedef bigrin, ji bo vê jî divê em xwe perwerde bikin. Di perwerdeyê de ez di aliyê fikrî û hunerî de hînî gelek tiştan bûme. Li vir em jin û xort bi hev re xwarina xwe amade dikin û nîqaşên me jî li ser dersên ku em distînin tên kirin ku çawa em van dersan di pratîkê de pêk bînin."
“Perwerde mirovan diguherîne”
Narîn Temo anî ziman ku perwerde mirovan bi pêş dixe, zana dike û ev tişt got: "Di malê de em tenê dijîn lê li derdora me çi diqewime em nizanin. Dema ez derbasî perwerdeyê bûm, min nû zanibû ku perwerde mirovan dide guhertin û bi pêş dixe. Her tim em di çarçoveyeke teng de hatine hiştin lê bi vê perwerdeyê re em çavnas bûn. Her dem pêwîstiya mirovan bi perwerdeyan heye. Ya xweş jî ew e ku em dersên xwe di nava xwezayê de dibînin, li rex avê em pirtûkan dixwînin, pê re jî derûniya me rehet dibe. Em bi hev re dilîzin û wekheviya jiyanê dijîn."
“Di perwerdeyan de hevaltî li pêş e”
Xedîca Mihemed behsa sûdên perwerdeyan kir û wiha nêrîna xwe bu me re parve kir: "Perwerdeya me bi nîqaşan derbas dibe. Îro 9 roj in em di perwerdeyê de ne lê em bi demê nehesiyan çawa derbas bû. Rast e em her yek ji gundekî ne lê li vir em wek heval bi hev re perwerdeya xwe dibînin û tu ferq di navbera me de tune ye. Dema ku ez negihîjim agahiyekê ez bi hevalên xwe re nîqaş dikim û bi riya nîqaşan ez agahdar dibim. Ev kamp ji bo me derfetek e, di aliyekî de em sporê dikin, avjenî, amûrên hunerî lê didin û li aliyê din jî em hînî jiyanê dibin. Dema ez biçim nava civakê li gorî ku min perwerde dîtiye ez ê tevbigerim lê ez ê van agahiyan jî li derdora xwe belav bikim. Ez serkeftinê ji hemû hevalên xwe re dixwazim."