‘Divê Jinên Tûnisê bendên li pêşiya xwe rakin û tirsa xwe bişkînin’

Parêzvanên mafan ên li Tûnisê diyar kirin ku gotinên bi nefret, şîdet û qetliama li ser jinan zêde dikin û bang li jinan kirin ku bendên li pêşiya xwe rakin û tirsê bişkînin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Li gorî daneyên fermî ji serê sala 2023’yan ve heta niha 27 jin hatine qetilkirin. Ji ber van bûyeran jin, bi çalakiyên ku li dar dixin, di nava civakê de şiyariyê li dijî şîdetê çêdikin. Parêzvanên mafên mirovan ên Tûnisê, diyar dikin ku bi derxistina zagonan an jî bi çalakiyên hinek deman şiyariya li dijî şîdetê çênabe û ev yek têra guhertina civakê nake.

Parêzvana mafan û pispora zayenda civakî Calîla Al-Obaîdî, diyar kir ku gotinên bi nefret bi riya medyayê belav dibin, parêzvana mafên mirovan Yusra Gaalul jî diyar kir ku divê hinek bendên zagonan werin sererastkirin.

‘Bi bernameyê televîzyonê civakê hînî şîdetê dikin’

Calila Al-Obaîdî, got ku bernameyên televîzyonan ên jinan hedef digrin, zêde bala raya giştî dikşîne û diyar kir ku bi wê yekê gotinên nefretê vediguherin rastiyê. Calila Al-Obaîdî got: “Medya saziyên fermî di vî warî de şermezar nake û civakê hînî vê rewşê dibe. Ev yek jî dibe sedem ku şîdet û qetliama li ser jinan zêde bibe.”

‘Tenê behskirina hebûna şîdetê têr nake divê bi her awayê li ser were sekinandin’

Calila Al-Obaîdî, bal kişand ku rewşa heyî pir xirab e û gotinên xwe wiha domand: “Gotinên bi nefret ên ku jinan hedef digrin ji aliyê medyayê ve tên pêşkêşkirin. Gotinên bi nefret ne tenê jinan, hemû beşên civakê hedef digrin. Divê kesên ku vê yekê dikin werin cezakirin. Kampanyaya “16 rojên çalak” ku li dijî şîdeta li ser jinan tê lidarxistin, gef, êş, neheqî, qetliam û şîdetê bi bîr dixe lê dûre mijar tê girtin. Ev yek divê neyê qebûlkirin.”

‘Êdî dema tirsê derbas bûye’

Jalila Al-Obaîdî, bal kişand ku jinên rastî şîdetê tên, ji ber gotegotên civakê bêdeng dimînin û got: “Lewre civak, jinên ku rastî şîdetê hatine, li gorî cilên wan, rûniştin û fikrên wan didarizîne. Ji ber vê yekê jin bêdeng dimînin. Dema ku di nava malbatê de rastî şîdet û destdirêjiyê tên bêdeng dimînin lewre ger jin dengê xwe bilind bike sûcdar tê dîtin. Wekî ku guneh kiribe, dibe qurbana gotegotên civakê! Divê jin bendên bêdengî û tirsê bişkînin. Zagona bi hejmar 58 li ser şîdeta li dijî jinan e û li gorî vê zagonê kesên vî sûcê dikin ceza digrin.”

‘Divê li ser zagona hejmar 58 hinek bend werin zêdekirin’

Parêzvana mafên mirovan Yusra Gaalul jî diyar kir ku nêzîkatî û gotinên bi nefret pêşî li qetilkirina jinan vedikin û bal kişand ku ev yek di zagona bi hejmar 58 a ku di sala 2017’an de li Tûnisê derket de jî cih digre. Yusra Gaalul ragihand ku ji bo gotinên tehrîkwarî yên li dijî jinan bi dawî bibin divê zagon bikevin meriyetê û mekanîzmayên hêsan û guncaw werin avakirin, ligel budçeya ku têr bike divê metnên zagonî yên ku hev temam dikin li ser ên heyî werin zêdekirin.