‘Divê jinên Libyayê beşdarî hilbijartinan bibin’

Neîme El Sefih tevî hemû zehmetiyên ku di dema namzediyê de dîtine jî ji bo xurtkirina beşdariya jinan di warê siyasî de didomîne.

HINDIYA EL IŞÊBÎ

Lîbya- Bi destpêkirina pêvajoya namzediya ji bo hilbijartinên meclisa şaredariyan re, di zêdetirî 60 şaredariyên Lîbyayê de saziyên sivîl çalakvanên hiqûqî û sivîl kar li ser xurtkirina beşdariya jinan dikin. Jinan teşwîqî namzediyê dikin û beşdariya wan di avakirina meclisa şaredariyan de dikin.

Beşdariya jinan di hilbijartinan de dê gelek derfetan bi xwe re bîne

Çalakvana sivîl Neîma Amir El Sefih ku bi xwe endama namzeda berê ye di hilbijartinên meclisa şaredariya Sewanî Benî Adem a li Rojavayê Terablusê got: "Jin roleke girîng di karê xizmetê û rêveberiya xwecihî de dilîzin. Ew kareke cidî li ser pêşkêşkirina xizmetan ji welatiyan re û hêsankirina jiyana wan dikin. Ev beşdarî dê şaristaniya çandî civakî bi xwe re bîne. Her wiha dê nûnertiya siyasî ya jinan di hilbijartinan de bike."

Neîma Amir El Sefîh di berdewamiya axaftina xwe de got: "Malbata min ji mezintirîn piştgirên min bû. Hevalên min ên di meclisa şaredariyê de jî bi min re gelekî alîkar bûn û agahî der barê dosyayên min li ser wan kar dikirin de didan min. Jinên li Lîbyayê îsbat kirin ku ew dikarin bibin namzed û di rêveberiyan de cih bigrin, beşdarî hilbijartinên parlamento û şaredariyan bibin."

Di heman demê de destnîşan kir ku tevî hemû astengiyên di dema namzediya wê ya ji bo hilbijartinên meclisa şaredariyan de jî tevî ku ewlehî li henek deran tunebû bi îsrar xebitiye.

‘Dive jinên ku beşdarî hilbijartinan bibin baş li pirsgirêkan guhdarî bikin’

Neîma El Sefih daxwaz ji jinên ku dixwazin xwe weke namzed nîşan bidin kir ku sebra wan hebe û ruhê serpereştiya karê meclisa şaredariyê bi wan re hebe. Her wiha baş li pirsgirêkên welatiyan guhdarî bikin û bi rengekî cidî çareser bikin û teqez kir ku girîng e jin bi rengekî çalak beşdarî karûbarên siyasî bibin û rola wan di bazar û saziyên cuda de hebe.

‘Girtina deriyê bi sînor bandoreke neyînî li aboriya Lîbyayê dike’

Neîma El Sefih  di berdevmiya axaftina xwe de bandora girtina deriyê Reis Cedîr ê sînorê b Tûnisê kir û got: "Vekirin û girtina deriyê Reis Cedîr ê sînorê Tûnisê bandoreke mezin li aboriya giştî ya welat dike ji ber ku ji deriyên herî girîng ên bejahî ye li Lîbyayê ye."

Piştî girtina derî ku zêdetirî 3 mehan berdewam kir, careke din wê deriyê ku Libya û Tûnisê bi hev ve girêdide hat vekirin. Reis Cedîr jî weke deriyê sereke di navbera herdu welatan de li herêma Rojavayê Lîbyayê tê naskirin. Xelkên Lîbyayê ji wir berê xwe didin Tûnisê ji bo dermankirinê her wiha barhilgir jî tê re derbas dibin.

Ji ber pevçûnên çend salan deriyê sînor hatiye girtin

Ev çend sal in derî rastî proseyên girtinê li pêşiya tevgera xelkê û barhilgiran tê. Herî dawî di Adara 2024’an de ji ber pevçûnên di navbera komên çekdar û kasibkaran her wiha kesên parastina sînor dikirin de, derî hat girtin.

Di dawiya axaftina xwe de Neîme El Sefih got: "Girtina deriyê sereke yê bazirganî û veguhestina baran, bandoreke mezin li xelkê û karê wan dike. Ev girtina derî ku dubare dibe hişt ku buhayê kelûpelan zêde bibe, her wiha bandorê li jinên xwedî projeyên biçûk ên di hundirê şaredariyan de jî kir."