‘Divê jinên Derazorê destkeftiyên xwe yên şoreşê biparêzin’

Jinên Kobanê diyar kirin ku bi tiştên li Dêrazorê qewimîne pergala netewa demokratîk a Rêvberiya Xweser tê hedefgirtin û banga parastina destkeftiyên ku bi têkoşîna jinan a bi salan hatiye bidestxistin hat kirin.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê- Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gel bi hev re bijî hewldanên ku sîstema Netewa Demokratîk ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin berdewam dikin. Bi armanca astengkirina sîstema Netewa Demokratîk di navbera hikumeta Şamê, dewleta Îran û Tirkiyeyê de 2’ê Îlonê, lihevkirinek çêbû. Li Dêrezore di avakirina nakokiyên di navbera eşîr û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi vê armancê xwestin tevliheviyê derxin.

‘Li Dêrazorê pergala Netewa Demokatîk hedef tê girtin’

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Kobanê ya herêma Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lucain Al-Salam bal kişand ser lîstikên ku dixwazin li Dêrazorê bilîzin û wiha got: “Li herêma Firatê weke jin em van mudaxeleyên li herêmê red dikin, tiştên ku li Dêrazorê hatin jiyîn ji bo jiholêrakirina pergala Netewa Demokratîk e. Li wê derê dixwazin nakokiyan çêbikin û hedef dikin ku vê projeyê ji holê rakin. Ev ji aliyê hemû cîhanê ve bi aşkerayî tê dîtin, li ruxmê hemû hewldanan li herêmên me wê negihîjin hedefên xwe yên dijminane.”

‘Divê jin destkeftiyên xwe biparêzin’

Lucain Al-Salam wiha got: “Divê eşîretên li herêmê Dêrazorê terora ku li ser jinan qetilkirin, revandin, destdirêjiyê ferz dike hatin ji holê rabikin divê herêmê biparêzin.” Lucain Al-Salem da zanîn ku wê ev nakokî tenê xirabiyê bi xwe re bîn in û wiha domand:

“Jinên Dêrazorê, di dema hikumeta Şamê de bi temamî hatine vederkirin, di nava civakê de ne xwedî statutu ne, di bin zexta çeteyên DAIŞ’ê de dijîn. Rastî hemû cureyên tundî, bêedaletî û îşkenceyan hatin. Jin îro di bin banê Xweseriya Demokratîk de bûne sîyetemedar, şoreger, mamoste û rojnamegerên bi hêz û dîreke bingehîn ji civakê re. Ji ber vê divê jin gavan pavşe navêjin, destkeftiyên ku bi têkoşîna bi salan bi dest xistine biparêzin.” 

‘Ji bo berdewamiya Netewa demokratîk rola girîng dikeve ser milên jinan’

Endama Kongra Star a Sirînê Mona Ahmed da zanîn ku gelek welatên serdest sîstema Netewa Demokratîk ji bo xwe weke gef dibînin, destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û berdewamiya sîstema Netewa Demokratîk rola herî girîng dikeve ser milên jinan û wiha domand:

“Divê em bi yek dengî têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê em vê pergala ku me bi ked û fedakariya xwe ava kiriye biparêzin. Dewleta tirk gelek caran av qut kir, bi balafirên xwe yên bê mirov, balafirên şer, şerê taybet û bi êrîşên bejahî hewl da mirovên li herêmê ji holê rake lê belê bi ser neket û negihîşt armanca xwe. Îro jî dixwaze di nava me de tovên xirabiyê belav bike lê belê careke din jî bi ser nakeve.”

‘Divê gel bibe yek’

Nahla Hassa jî destnîşan kir ku li Dêrazaorê dixwazin bi navbeynkariya êşîretên li herêmê di navbera Ereb û Kurdan de cudahiyê çêbikin û got: “Dixwazin îradeya gel ji nedîtî ve verin û pergala Netewa Demokratîk ji holê rakin lê belê we negihîjin armanca xwe. Gel di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de li ba hev di nava azadî, aştî, ewlehiyê de dijîn. Divê ji bo astengkirina hemû hewldanan gel bibe yek. Beriya niha jî dijminên projeya me û yên ku hedef kirin komployê li hemberî me bikin hemû têk çûn. Ez bang li hemû jin û ciwanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikim ji bo parastina destkeftiyên xwe bibin yek.”