"Divê jinên astengdar di parlamentoyê de bibin xwedî rol"
Rêxistinên civaka sivîl û jinên astengdar yekem gotûbêja li ser beşdarbûna jinên astengdar di hilbijartinan de li dar xistin da ku derfetê bidin jinên astengdar di hilbijartinên pêşerojê yên Lîbyayê de di Meclisa Nûneran de cih bigrin.
ÎBTÎSAM AXFÎR
Bingazî- Ji bo avakirina hikûmeteke têkel ku ber bi riya rast ve bimeşe di navbera jinên astengdar û jinên din de gelek rêxistinên civaka sivîl û jinên astengdar di 20'ê Cotmehê de yekem gotûbêja bi vî rengî di navbera jinên astengdar û jinên din de ji bo beşdarbûna jinên astengdar di hilbijartinê de pêk anîn.
Doktor Leyla El-Ewjalî, yek ji organîzatorên gotûbêjê ye, li ser mijarê wiha got: "Jinên astengdar divê kursiyên xwe di parlamentoyê de bi dest bixin lê belê em dixwazin peywira wezîran a guncaw ji bo wan bigrin da ku bikaribin daxwaza pêwîstiyên xwe yên hêsan bikin. Em heya niha behsa mafên xwe dikin lê me bi awayekî baş bi dest nexistiye em ji hikûmeta li pêş hêvî dikin ku mafên jinên astengdar bide wan.
Tekildarî vê mijarê Leyla El-Ewjalî diyar kir ku pêwîst e derfetê bidin jinên astengdar ku di Meclisa Nûneran de cih bigrin û wiha got: "Di parlamantoyê de jin ji sedî 25 kursî digrin lê mixabin min jineke astengdar di nav wan de nedît. Her wiha me gihîştina xwe ji bo wezîfeya wezîriyê wekî xeyal didît lê belê wê di hikûmeta nû de ev xeyal bibe rastî ji ber ku em jin in rêveber in û qebûl nakin ku mafên me winda bibin. Ez di wê hêviyê de me ku em mafên xwe bi dest bixin ne ku dilê wan bi me bişewite lewre mafê me ye û cih ji bo hemûyan heye."
"Em bi hêz in bi çavên merhemetê li me nenêrin"
Leyla El-Ewjalî wiha teqez kir: "Ne pêwîst e jinek astengdar, tenê bi karûbarên civakî ve were sînordarkirin. Ew dikare di karên wezîrî de jî cih bigre. Gelek caran jinên astengdar dixin karên komîteyan û tenê wekî endam dixebitin. Her wiha ew ji bo seroka komîteyê nehatiye wezîfedarkirin bi hinceta rewşa wê ya tenduristiyê. Em bi hêz in bi çavên merhemetê li me nenêrin."
Der barê gotobêjê de Endama Komîteya Tekîldar a Konferansa Neteweyî û yek ji organîzatorên vê gotobêjê Sebah Al-Qetranî dibêje ku gotûbêj di çarçoveya hewldanên ji bo tevlibûna jinên astengdar ji hilbijartinên pêşerojê yên Lîbyayê re yên ku wê di 24'ê kanûnê de bên lidarxistin hat kirin.
Her wiha sebah ev destnîşan kir: "Divê jinên astengdar di qonaxa li pêş de û di parlamentoya nû de xwedî rol bin û ev rol neyê paşxistin. Divê mekanîzmayek me hebe da ku rola jinên astengdar bide xuyakirin ji ber ku nîqaşên bi vî rengî piştgirî didin rola jinan û hêza wan nîşan didin."
"Gotûbêj ji sedî 95 serkeftî ye"
Der barê serkeftina gotûbêjê de sebah wiha tîne ziman: "Em dikarin bibêjin ku gotûbêj ji sedî 95 serkeftî ye û pêwîst e jinên astengdar di karên xwe de xwe bihêztir bikin da ku bibin xwedî dengekî bi hêz û di hemû beşan de xebatê bidin meşandin. Her wiha pêwîst e di hilbijartinên demên li pêş de roleke civakê ya xurt hebe da ku ewlehiya li Lîbyayê were peydakirin."
Sebah Al-Qetranî wiha li gotinên xwe zêde kir: "Ez vê gotûbêjê hinekî hêsan dibînim ku wê di demên li pêş de gotobêjên xurt werin avakirin. Piranî rêxistinên civaka sivîl li ser hin mijarên diyarkirî û ji mirovên taybet re dixebitin û tu girîngî nadin jinên li malê, ên li dibistan û li zanîngehan. Me bi riya vê gotûbêjê xwest hişmendiya jinên Lîbyayê xurtir bikin û rola wan di hilbijartinan de bidin nîşandan. Di civaka Lîbyayê de jinên astengdar beşek mezin in û dengên wan hene."
Sebah Al-Qetranî di dawiya gotinên xwede teqez kir ku pêwîst e di parlamentoyê de kesek hebe ku kategoriya kesên astengdar temsîl bike û wiha bi dawî kir: "Ez dibînim ku astengdariya bedenî li pêşiya mirov nabe asteng ku wezîfeya endezyar, bijîşk û pir karên din bike. Em ê di hilbijartinên sala li pêş de hewl bidin Lîbyayê bi hemû jêhatiyan ava bikin."
https://www.youtube.com/watch?v=mV6xSNTRV7o