‘Divê jin û zarokên keç ên zirarê ji erdhejê dîtine werin parastin’

Seroka Federasyona Kombenda Mafên Jinan a Marakeşê Asfî Senaa Ziêmî ji bo xurtkirina awayên parastina qanûnî û civakî bang kir ku jin û zarokên keç ên zirar ji erdheja El Hewz dîtine werin parastin.

RECA XEYRAT

Mexrib – Îlona sala 2023’an de li Mexrîbê erdhêjek rû da û 2 hezarî zêdetir kes jiyana xwe ji dest dan. Seroka Federasyona Kombenda Mafên Jinan a herema Asfî  ya Marakeşê, Senaa Ziêmî got ku rewşa jin û keçên ji erdheja ku di Îlona sala borî de çêbû, zirar dîtine nebaş e û heta îro jî bandor li ser wan heye.  

Senaa Ziêmî destnîşan kir ku piştî erdhejê kombendê xaleke erênî tomar kiriye ew jî şandina zarokên keç ji saziyên fêrkirinê re bûye û got: “Ji bo mafê xwe yê perwerdeyê bizanibin, cihê mayîna wan jî hat amadekirin. Keçên ku fêr dibin li cihên xwendekaran an jî li hundir û hinek caran jî li saziyên girêdayî wezaretê dimînin. Vê mijarê hişt ku reva ji dibistanan gelekî kêm û sînordar bibe. Her wiha xwendekaran êdî mafê xwe yê fêrkirinê bi dest xistin. Ev bi xwe xaleke erênî ye. Hinek xwendekar ji ber derûniya wan gelek xirab bûye piştî erdhejê dereng tevli saziyên fêrkirinê bûn."

‘Divê zarokên keç bên parastin’

Senaa Ziêmî der barê awayên parastinê ji bo jin û zarokên keç re jî got: "Ev yek dikeve nava daxwazên tevgerên jinên Mexribê. Hinek pêkhateyên civaka sivîl daxwaza parastina jinan û zarokan kirin bi taybetî parastina zarokên keç ji keysbaziyê." Asfî Senaa Ziêmî teqez kir ku hejmarek komeleyên jinan bang û daxwaz dikin ku hişyarî hebe ji bo parastina ji hemû cureyên keysbaziyê û bi taybetî parastina zarokan ji zewacê.

Senaa Ziêmî bal kişand biryara ku destûr nade zarokên keç ên ji 18 salî kêmtir bizewicin û anî ziman ku ev yek ji aliyê tevgerên jinan ve erenî hatiye pêşwazîkirin. Senaa Ziêmî têkildarî xebatên xwe yê di parastina jin û zarokên ji erdhêjê zirer dîtine de wiha got: "Federayona Kombenda mafên jinan 9 aliyên zirar ji erdhejê dîtine li hin gundan dîtin. Me hewil da em li gor cure û wekheviyê tevbigerin bi riya beşdariya jinan di rewşa bername û planên ji nû ve avakirinê. Mixabin jineke tenê jî ji gundên me meydanî serdana wan kir tevlî van bernameyan nebûn. Sedem jî ew e ku ev bername ji dema amadekirinê û heta aktîvirina wê mijara cure û wekheviyê di ber çavan re nayê girtin."