Divê jin li hemberî qirkirina zayendî bibin yek’
Di van rojên dawî de jin têgeha ‘parastina cewherî’ hin zêdetîr nîqaş dikin. Li pey nuçeyên kuştinan nuçên parastina cewherî jî tên. TJA bi kampamnya ‘Em xwe di parêzin’ ev demeke banga xwe parastinê li jinan dike. Aktivîsta TJA’yê Seval Gulmez dibêje; ‘Armanca me ewe ku li dijî qetliamên jinan parastina xwe ya cewherî ava bikin.’
Amed - Kampana bi navê ‘Em xwe di parêzin’ di 20 Îlonê de TAJ’ê dabû destpê kirin di dome. Armanca vê kampanyayê ewe ku li dijî qetliamên jinan parastina xwe ya cewherî ava kirin e. Di derbarê vê kampanyê de Aktivîsta TJA û hevseroka DBP’ê ya bajarê Amedê ji ajansa me NUJINHA re axivî.
Hun dikarîn destpêkê behsa kampanya ‘Em xwe di parêzin’ bikin?
Ev kampanya demek dirêje me daye destpêkirin. Armanca kampanya me ewe ku em pêşî li qetliamên jinan ên li Tirkiyê didomin bigrin e. Di roja îro de hemû zindî xwedî parastina xwe ya cewherîn e. Dema îro tu gulekê bixî destê xwe bi stiriyê xwe xwe di parêze. Di van deman de dema em temaşe dikin em dibînin ku xwe parastina jinê ji xwezaya wê durketiye û li benda mirinê maye. Ji ber bê hêz kirina jinê û bindestiya wê me ev kampanya daye destpêkirin.
Gelo ev kampanya parastina cewherî ya jinan rêxistin dike?
Di raboriyê de taktikên xwe parastina jinan habûn, da ku jin cardin parastina xwe ya cewherî pêk bîne, me pêwîstî bi kampanyayek wisa dît. Jin bi hezaran sale vê berxwedaniyê didin. Da ku em rumeta xwe, xwezaya xwe biparêzin û li himberî hemû êrîşên li dijî jinan da em hişmendiyêkê bidin avakirin me starta vê kampanyayê da.
Di van demê dawi de zihnyetek wisa ya çanda bajaran ku jinê di nava malê de digre û tenê xizmetê bike heye. Em vê kampanyayê weke parastina civakê bi xwe û rumeta xwe di parêze bi nav dikin. Pêşditînên me bi vî awayî ye û di vê kampanyayê de jî em dewam dikin. Em berdewamiya ew jinên ku bi hezaran sale ji bo jiyana xwe berxwedaniyê dikinîn. Di dîrokê de qetliamên zayendî gelek hatine jiyan kirin. Da ku em qetliama sêyem ya zayendê bişkênin, da ku em vegerînin aliyê jinê me dest bi vê kampanya yê kiri ye.
Nêzîkatî û eleqeyek çawa ya jinan li beramberî vê kampanyayê heye?
Di erdnigariya me de di ruhê jinan de berxwedanî heye. Me cardin ev ruhê berxwedanîyê anî bîra wan û ji bo derxistina vê me dest bi xwebatan kir û em daketin qadan. Di vê xebatê de me ew daxwazên wan ên azadiyê û keyfxweşiya wan bi awayek ber bi çav dît. Ji meha Îlonê heta niha bi çalakiyên weke Panel, sergî û h.w.d li gel jinan em tên gel hev. Di van xebatan de zindîtiyek ji dil tê jiyin. Vê yekê di nava kesîmên din ên civakê de baweriyek daye avakirin. Di jinan de hêviyên nû hene. Di hişê jinê de pîştgiriya jinan ya bi jinan re zêde bû.
Di demê pandemiyê de domkirina kampanyayê ne zehmet bû?
Di demê pandemiyê de zehmetî hebûn. Lê belê em di pêvajoya ku jin xwe nas bike re derbaz dibin. Jinên ku di vê pêvajoyê de hemû ew jinên ku rola pêşengitiyê dileyîze, divê derbazî piratîka parastina cewherî bi civakê re bi awayek azad bijî bibe. Li dijî hemû zextan jî yên li qadan li berxwe didin cardin jinin. Ev jî encam ji berxwedaniya jinan tê girtin. Jin di ferqa hemû tişta deye me ji bê vê kampanyayê re ev ferq hin zêdetir kir. Li Tirkiyê em li gel hezaran jinan kom bûn. Me bi wan re hevdîtin pêk anîn. Xebatên me yên vê kampanyayê hina jî dewam dike. Ji ber pandemiyê çiqasî em nekarin kom bibin jî lê di atolyeyên jinan de û di her derê de civînên me di domin.
Li Tirkiye li dijî qetilkirina jinan wê xebatek we yê cude hebe?
Li Tirkiyê di derbarê jinan de ew çalakiyên tên kirin jin pîştgirî didin hevdû. Hizrên cuda yên îdeolojîk, ferq nake ka ki ji kuye ev hemû li dijî qetliamên jinan bûn yek. Em vê yekê baş dizanin heta ku hemû jin azad nebin emê vê berxwedaniya xwe berdewam bikin. Em qet qetilkirina jinan û polîtakayên ku li dijê jinê tên kirin na pejirînin. Ew qanunên ku sîstema mêr daye destpêkirin em qebûl nakin. Îro jin li her derê ked dide û pêwîste di her qadê de bibe xwedî mafê axaftinê. Desthilata ku mafê jinê naxwaze jinê qetil dike û di malê de girtî dihêle.
Em baş dizanin ku em îro rastiyekê di parêzin. Di zemînê demoqrasiyê de modela me ya bi pêşangitiya jinê heye. Di vê modela jiyanê de cih dide hemû mirovan. Lê di vê pêvajoyê de zihnyeta sîstema mêr berê xwe daye jinê. Em qet dest ji destkeftiyên xwe naberdin. Yên ku me qetil dikin û bi şidetê dixwazin me tune bikin, bila temaşeyî diroka me ya berxwedaniyê bikin. Emê li her qadê bibin xwedî gotin. Di vê pêvajoyê de baweriya me jinan bi hev heye û bi vê rastiyê em tevger dikin.
Banga we ya ji bo jinan çiye?
Niha qirkirinek li beramberî jinê heye. Ev qirkirin bi taybet jinê dike armanc. Di heman demê de ciwan û çêkerên din jî dike aramanc. Ji ber vê weke jin divê em li beramberî qirkirinan bibin yek. Di vê berxwedanê de em bibin xwedî wijdan tenê ji têrê dike. Pêwîste hin zêdetir em bi hevre xwe rêxistin bikin. Di her qadên ku em lê jiyan dikin dema jin jinê bi parêze û pîştgiriya hev bike emê bi hevre vê berxwedanê bigihînîn armancê. Çi dibe bila bibe divê em neheqiyê qebûl nekin û li dijî qetliaman dengê xwe derbixin. Em dibêjin ‘Azadiya jinê cardin jin bi xweye.’